Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 3 dron ji aliyê pergala parastina asmanî ya Hevpeymanan ve hatin xistin. Êrişên îro sibehê hatin kirin û ji ber ketina dronan, li gundê Gezneyê yê parêzgeha Hewlêrê agir ket. Heta amadekirina vê nûçeyê, aliyên fermî yên Hewlêrê derbarê êrişan û asta ziraran de …
BERFIREHKURDISTAN
Komele û Demokrat îdîaya pevçûnê di nav pêşmergeyan de red dikin
Li ser torên medyaya dîjîtal îdîaya ku pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê pêşmergeyekî din gulebaran kiriye û paşê reviyaye hate belavkirin. Lê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ) vê îdîayê red dikin û dibêjin ku bûyerek bi vî rengî qewimî nebûye. Duh bi şevê di nav torên medyaya …
BERFIREHKolberekî Kurd li sînorê Urmiyeyê hate kuştin
Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Îranê kolberekî Kurd bi navê Resûl Qelenderî kuştin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, hêzên Îranê bêyî ku hişyariya pêşwext bidin, rasterast li vê kolberî gule berdane û bûyer bû sedema mirina wî. Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku îro …
BERFIREHÇarçoveya qanûnê ya pêvajoya çareseriyê li ber deriyê Parlamentoyê ye
Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê di qonaxeke nû de ye. Tê payîn ku beriya bêhnvedana fermî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, pêşnûmeyeke qanûnê ya taybet ji bo pêvajoyê were pêşkêşkirin. Li gorî agahiyên DW Tirkiyê, çarçove qanûn dê bingeha qonaxa nû ya pêvajoya çareseriyê pêk bîne. Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş jî ji …
BERFIREHPAK: Êrişî baregeha Çemşarê bi mûşekên balîstîk hate kirin
Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ragihand ku baregeha wê ya Çemşarê, li nêzîkî Dareşkeran, bi du mûşekên balîstîk ên li pey hev hat hedefgirtin. PAK di daxuyaniyekê de diyar kir ku êriş li dijî baregeha wan pêk hatiye, lê berî ku mûşek bigihêjin armanca xwe, ji aliyê pergala parastina esmanî …
BERFIREHHejmara Pêşmergeyên ku di êrişa Îranê de şehîd ketin gihîşt 10 kesan
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand ku Pêşmergeyekî wê yê ku di êrişa 17’ê Tîrmehê de birîndar bûbû, ji ber giraniya birînên xwe şehîd ketiye Di daxuyaniyeke Komeleyê de hate gotin ku Ebûbekir Hoşengî di encama êrişa mûşekî ya Îranê li ser baregehên wan ên li Zirgiwêzelyê ya Silêmaniyê …
BERFIREHKonsulê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê، Mezloum Ebdî weke “Rêberê Kurdên Rojava” bi nav kir
Konsulê Îtalyayê li Herêma Kurdistana Tommaso Sansone pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî kir. Sansone li ser hesabê fermî yê konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê li ser X û Instagramê peyamek weşand. Di peyama xwe de Ebdî weke “Rêberê Kurdên Rojava” bi nav kir û got: …
BERFIREHNÊÇÎRVAN BARZANÎ Û MEZLÛM EBDÎ CIVIYAN
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê HSDyê li Hewlêrê ji bo guftûgokirina rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêşketinên dawî yên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê civiyan. Pêşwazîkirina Fermandarê Giştî yê HSDyê Serokê Herêma Kurdisstanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî …
BERFIREHKolberê Serdeştî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin
Kolberekî xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ku berî çend rojan li ser sînor ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû birîndarkirin, ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da. Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê îro ragihand, “Kolberekî xelkê Serdeştê bi guleya hêzên Îranê hatiye kuştin.” Li gorî agahiyên wan rêxistinan, berî çend rojan hêzên ewlehiyê yên Îranê li devera Casûsan a Serdeştê gule li Qazî Kawanî reşandibûn. Tîman Qazî Kawanî ji ber giraniya birînan veguhastibû Nexweşxaneya Giştî ya Mehabadê lê şeva borî li wir canê xwe ji dest da. Qazî Kawanî xelkê gundê Doletûyê yê bajarê Serdeştê ye. Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, par li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê 26 kolber bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin û 31 kolber jî birîndar bûne.
BERFIREHMesrûr Barzanî: “Herêma Kurdistanê ji şandina çekan a Amerîkayê ne agahdar e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Herêma Kurdistanê ji şandina ti barên çekan ên ji Amerîkayê ne agahdar e.” Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da pirseke li ser îdiayên radestkirina çekan a Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û got: “Divê ev pirs ji rayedarên Amerîkayê bi xwe were pirsîn …
BERFIREH
Qendîlprêss