Hevseroka Gerînendeya Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ber barê lihevkirina dawî daxuyanî da û spasiya Amerîka û Fransa kir û tekezî li ser giringiya lihevkirinê kir.
Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê Xyê ev daxuyanî da:
Ehmed got: “Em spasiya xwe ya kûr ji bo welat û saziyên navbeynkar, di serî de Amerîka û Fransayê, ji bo hewildanên wan ên bêwestan di gihana rêkeftinekê di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, ku gaveke giring ber bi aramiyê ve ye, diyar dikin. Em hêvî dikin ku ew ê di pêvajoya entegrasyonê de roleke garantor bilîzin. Belavkirina hêzên ewlehiyê ji bo misogerkirina pêvajoyeke entegrasyonê ya berpirsiyar û gav bi gav ku hevkariyê garantî dike, rûmeta hemî civakan diparêze û rê li ber pêşkeftina wekhev û hevseng li seranserê hemî herêman vedike, pir giring e.”
Ehmed di dawî de ev got: “Em pabendbûna xwe ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê, ku xizmeta yekîtiya Sûriyeyê dike, aştiya sivîl xurt dike, qonaxeke nû ya aramî û pêşveçûnê ava dike û vegera ewle û bi rûmet a xelkê Efrîn û Serê Kaniyê bo malên xwe ji nû ve piştrast dikin.”
Qendîlprêss