Bakur û Rojhilata Sûriyê – Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê û Hevseroka Şandeya Danûstandinan a bi Hikûmeta Veguhêz re, Foza Yûsif, di derbarê geşedanên siyasî û ewlehî yên dawî de daxuyaniyên girîng dan û behsa qonaxeke nû di pêvajoya Sûriyê de kir.
Lihevkirinên ewlehî û girîngiya nenavendîbûnê
Foza Yûsif diyar kir ku diyaloga wan û Şamê qut nebûye û eşkere kir ku bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), di warê leşkerî û ewlehî de lihevkirinên “devkî” ji bo entegrasyonê hatine kirin. Yûsif destnîşan kir ku Şamê belgeyek ji gelek daxwazan pêk tê ji bo wan şandiye, lê di wê belgeyê de Şam dîsa pergala “navendî” dixwaze. Wê destnîşan kir ku tenê dermanê Sûriyê û misogeriya yekbûna axa wê, pergala “nenavendî” ye.
Têkiliyên bi Tirkiyê re û stratejiya 2026’an
Hevseroka şandeya danûstandinan bal kişand ser guhertineke girîng di siyaseta derve de û got: “Kanaleke hevdîtinên rasterast navbera me û Tirkiyê çêbûye û em amade ne rûpeleke nû bi Tirkiyê re vekin.” Her wiha destnîşan kir ku sala 2026’an wê bibe sala gavên berçav ji bo avakirina “Komara Sûriya Demokratîk”.
Parastina YPJ û rola Ebdullah Ocalan
Foza Yûsif tekez kir ku YPJ wekî hêzeke xweser li Bakur û Rojhilata Sûriyê dimîne. Wê her wiha bal kişand ser rola stratejîk a Ebdullah Ocalan di çareserkirina pirsa Kurd de û xwest ku derfet bê dayîn da ku hevdîtinê bi wî re bikin. Li gorî daxuyaniyên wê, çareserkirina dosyayên wekî “Petrol” û “Dergehan” dikare rihetiyekê bîne û bibe mifteya aramiyê li tevahî Sûriyê.
Qendîlprêss