Hikûmeta Sûriyeyê ji bo danûstandina girtiyan bi HSDyê re Kurdên sivîl digire, SOHR dibêje zêdetirî 500 şervan di zindanan de ne

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dibêje ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ji bo girtina hejmarekê ji Kurdên li Reqa û sînorê Şamê, operasyonek daye destpêkirin da ku wan di pêvajoya guhertina çekdarên xwe yên girtî bi HSDyê re bi kar bîne.

Rewangehê got: “Meha bihurî zêdetirî 40 Kurdî girtine, ku 15 ji wan di lîsteyê de bûn û Hikûmeta Sûriyeyê roja Înê di danûstandina girtiyan de ew berdan.”

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê, armanca Hikûmetê ew e ku ji şervanên HSDyê yên ku berê ew girtibûn nede û hinên nû girtine bixe şûna wan de, ku ev yek berevajî mercên peymanên ku bi HSDyê re hatine şanenavkirin.

Li gorî şervanên ku berê hatine berdan, amaje bi wê yekê dikin ku hejmareke mezin ji şervanan li zindanên li Heleb, Hema, Hums, Dêra Zorê, Girê Spî û Reqayê hene.

Yek ji şervanên ku roja Înê hatine berdan got: “Di zindana polîsên leşkerî ya Helebê de zêdetirî 150 girtî hene.”

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê, zêdetirî 500 şervanên HSDyê di zindanên Sûriyeyê de ne, ev yek nîşan dide ku Hikûmeta Sûriyeyê sivîlan ji bo danûstandinê bi kar tîne.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *