Tevgera Apoyî derbarê pêvajoyê daxuyanî da

Rêveberiya Tevgera Apoyî derbarê pêvajoyê de daxuyanî da û got, “Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û bi lez gavên hiqûqî bên avêtin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasu û Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKyê Sozdar Avesta beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Sozdar Avesta, Tirkiya wê jî Mûstafa Karasû xwend.

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî ya ku di civîna çapemeniyê de hate eşkerekirin bi vî rengî ye:

Em vê civînê rojên di navbera 5-7 Gulanê de, yanî di salvegera Kongreya 12’emîn a PKKyê de li dar dixin. Li ser biryara me ya fesixkirina PKKyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê re salek derbas bû. Di nava salekê de çi qewimîn, em dixwazin binirxînin. Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de Tevgera Azadiyê çi kir, dewleta Tirk çi kir? Em ê hewil bidin bersiva pirsên ku raya giştî bidin ku meraq dikin.

“PKK wekî tevgera Rêbertî derketiye holê”

Rêber Apo di banga xwe ya 27’ê Sibata 2025an de şert û mercên ku PKKyê pêşxistine û sedemên wê danî holê. Rêbertî, girêdayî encama pêşketinên ku di nava 50 salan de derketine pêş ji PKK’ê xwest ku xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bidawî bike. Tevgera me, piştî vê bangê 1’ê Adarê agirbesta yek alî ragihand.

Piştî vê bangê gelek derdor û şexsiyetan diyar kirin ku ew ê PKK li gorî vê tevnegere. PKK ya ku weke tevgera Rêbertî derketiye holê, PKK ya ku li ser xeta Rêbertî têdikoşe û bi pêş dikeve, di demeke kurt de kongreya xwe kom kir. PKKye bê teredût banga Rêbertî xiste pratîkê; di vê çarçoveyê de biryara fesixkirina PKK’ê girt û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir. Di encamê de hate gotin ku ancax Rêber Apo dikare van biryaran têxe pratîkê û weke sermuzakerevan dikare pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne.

Hewla ji bo agirbestê

Rêber Apo ji 1993yan heya roja me ya îro çendîn car agirbestên yek alî îlan kir, ku bikare bi awayekî demokratîk pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Ji bo vê pêşniyarên çareseriyê bi pêş xistiye, bi maqul-aqilan e nêzîk bûye ku li dinyayê heya niha nêzîkatiyek bi vî rengî nehatiye dîtin. Lê belê dewleta Tirk, ji ber ku wê demê xwediyê çareseriyeke polîtîk nebû ev hewildan bê encam man. Serokê Giştî yê MHPyê û şirîkê desthilata heyî Devlet Bahçelî 22’yê Cotmeha 2024an de bang kir. Rêber Apo jî bi îhtîmala ku ji nava dewletê îradeya çareseriyê bi pêş bikeve bersiveke erênî da vê bangê.

Ji bo vegerê şertên gunvaw ên siyasî

Tevgera me ya Azadiyê, ji ber ku ji hêza çareseriya Rêber Apo bawer dike biryarên wisa pir radîkal ên weke fesixkirina PKKyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî girt. Tenê gavên wiha mezin dikarin pêşiya çareseriyeke demokratîk vekin. Di vê mijarê de me xwest îrade û biryardariya xwe nîşan bidin. Ji ber vê Hevseroka me ya Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozat, 11’ê Tîrmeha 2025’an bi 30 hevalên me yên gerîla re çekên xwe şewitandin. Bi vî awayî hate ispatkirin ku dema şertên guncav ên siyasî bi gavên pêwîst ên hiquqî bêne avakirin, bi hezaran gerîla jî wê çekên xwe deynin. Ji xwe wê demê Devlet Bahçelî jî di vê çarçoveyê de axivî û got, diviyabû ew kesên ku çek şewitandine bi derxistina qanûnên pêwîst berê xwe bidana Tirkiyeyê. Devlet Bahçelî bi vî awayî vegera li Tirkiyeyê wê çawa bibe danîbû holê.

Gavên ji bo çareseriyê

Weke Tevgera Azadiyê, ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û ji bo bikarin îradeya xwe ya çareseriya siyasî-demokratîk deynin holê me hêzên xwe yên di nava sînorên Tirkiyeyê de derxistin derveyî sînor. Me li Herêmên Parastinê yên Medyayê hin mewziyên xwe jî ji ber şerekî gengaz vala kirin. Dîsa sala 2017’an me hin rêveberên MÎT’ê yên dîl girtibûn, me ev kes jî radest kir.

Me ev gav hemû ji bo avêtina gavên siyasî û hiquqî avêt, ku bikarin xwe bigihînin çareseriya siyasî-demokratîk. Di vê pêvajoyê de li Îmraliyê bi Rêbertiya me re hin hevdîtin çêbûn û hin şehîdên me yên li Herêmên Parastina Medya hatin girtin. Derveyî van mijaran, heya niha wisa gaveke cudatir nehatiye avêtin.

Nêzikatiya neyînî ya hin rayedarên dewletê

Me her tim ji bo çareseriya siyasî-demokratîk, raya giştî ya Kurd amade kir û peyamên erênî dan gelên Tirkiyeyê, em di vê mijarê de hesas nêzîk bûn, lê hin berdevkên desthilat û çapemeniya nêzîkî desthilatê, amadekirina raya giştî li aliyekî, berevajî ji bo avakirina hest û fikrên neyînî kar kirin, helwest raber kirin. Nêzîkatiya neyînî ya li hemberî muxalefetê jî bûye sedem ku ji pêvajoyê re desteka civakî zêde nebe.

Desthilat bi awayekî rast û jidil nêz nabe

Komîsyona ku li meclîsê ava bû, me erênî dît. Lê belê pêvajoya amadekirina raporê pir dirêj ajot û raya giştî baş nehate amadekirin. Li gel ku muxatabê esasî Rêbertiya me ye û aliyê çareseriyê ye, di vê pêvajoyê de komîsyona meclîsê bi rêbertiya me re tenê carekê hevdîtin kiriye. Di encamê de komîsyona meclîsê raporek amade kir. Rexmî hemû kêmasiyên xwe jî ev rapor di pratîkê de dikare bandorên erênî bide çêkirin. Lê belê hîn jî feraset û pêşniyarên di raporê de pratîze nebûne. Ev jî wisa nîşan dide ku desthilat, bi awayekî rast û jidil nêzî pêvajoya aştî û civaka demokratîk nabe.

“Divê Statuya Rêber Apo diyar bibe”

Rêber Apo pêvajoyê di 27’ê Sibata 2025’an de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û tempoya wê bilind kir. Rêber Apo dixwaze serdema pevçûn û rageşiya sed salan a navbera Tirkiye û gelê Kurd xilas bike ku komareke demokratîk derkeve holê, bi rêya Entegrasyona Demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bibe. Armanc jî, hewildan jî di vê çarçoveyê de ne. Lê belê Rêber Apo ji bo bikare di pêkanîna armanceke wiha de rola xwe bilîze divê weke muxatabê fermî bê dîtin. Bi vî awayî wê derkeve holê ka di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de dewlet xwedî îrade ye yan na. Pêvajoyeke rast a çareseriyê ancax bi nasîna muxatabtiya hiqûqî ya Rêber Apo dikare destpê bike, bi diyarkirina vê statuyê dibe.

Rêber Apo ji bo hevdîtinên têne kirin û tiştên têne gotin bi watedar û encamgir bibin gelek caran qala zelalkirina statuya xwe kiriye. Eger cihê Rêber Apo ji hêla qanûnî û siyasî ve diyar bibe û bi derdorên cuda re bikare li ser vê esasê hevdîtinan bike wê demê dikare bi awayekî encamgir rola xwe bilîze.  Naxwe Rêber Apo bi hevdîtinên ku dem bi dem bi şande re dike nikare rola xwe ya esasî bilîze; jixwe di rewşeke wiha de ne mimkune rola xwe bilîze jî.

Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û Rêber Apo jî di asta yekemîn de muxatabê vê pirsgirêkê ye. Nêzîkatiya heyî ya li hemberî Rêber Apo tê nîşandan, radixe pêş çavan ku ev pirsgirêka sed salî û çareseriya wê rast nayê nirxandin. Li gel ku ev rastî li holê ye, gotinên serokê meclîsê, gotinên rayedarên AKP’ê ku dibêjin ‘pêvajo dimeşe, xitimandinek nîne’, rewşa heyî îfade nake. Kengî statuya Rêber Apo diyar bibe, kengî Rêber Apo bikare xwe bigihîne şertên xebata azad wê demê dikarin qala pêşketina pêvajoyê bikin. Tenê di rewşekê wiha de wê gelê Kurd û raya giştî ji pêşketina pêvajoyê bawer bike û desteka pêvajoyê bi awayekî lez zêde bibe.

Pêwistiya gavên hiqûqî

Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve divê bi biryareke siyasî statuya Rêber Apo bê diyarkirin, dîsa ji bo ku siyaseta demokratîk bi awayekî azad bi pêş bikeve divê gavên qanûnî bêne avêtin. Bi temamî çek danîn û ketina nava siyaseta demokratîk bi avêtina gavên hiqûqî dibe. Ev rastî ji destpêka pêvajoyê heya niha ji hêla hemû derdoran ve tê zanîn. Ji ber vê li ser gavên qanûnî û pergala hiqûqî nîqaş hene. Di encamê de ew gotinên ku avêtina gavên hiqûqî ‘bi tespît û teyîtkirina danîna çekan ve girê didin’ rastiyê îfade nakin. Ev nêzîkatî serê raya giştî zêdetir tevlîhev dike. Tu dibêjî qey ji bo siyaseta demokratîk bi awayekî azad bi pêş bikeve û ji bo azadiya gotin û xwe birêxistinkirinê qanûn hatine derxistin, lê aliyê din gotiye em çek bernadin, em nayên! Berovajî, Rêber Apo ji bo ku veger bi awayekî lez pêk were xwest zemîna qanûnî û hiqûqî bê amadekirin. Di esasê xwe de rayedaran gotibûn wê piştî cejnê gavên hiqûqî bêne avêtin, lê belê hîn jî ji bo pêşketina pêvajoyê gavên qanûnî yên pêwîst nehatine avêtin.

Me, weke Tevgera Azadiya Kurd di kongreya xwe de ku PKK hate fesixkirin û li dijî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî hate bi dawîkirin, biryar girt ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji hêla Rêber Apo ve bê meşandin. Sermuzakerevan û pêşengê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê li gorî vê rastiyê weke muxatabê esasî rewşa siyasî ya Rêber Apo diyar bibe û bikare xwe bigihîne şertên xebata azad. Ev pêvajo, tenê bi vî awayî dikare bi rengekî rast bê meşandin û encamê bi xwe re bîne. Di vê pêvajoyê de me tiştên pêwîst kirin, heya kes li bendê nebû ku em di vê astê de gavan biavêjin. Êdî ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk biçe encamê divê statuya Rêber Apo bê diyarkirin, gavên qanûnî û hiqûqî bêne avêtin. Xwestek û bendewariya gelê me jî, hêzên demokratîk û ya me jî ev e.

تلاش دوباره

PYD: Em şêwaza tayînkirina nûnerên parlamentoya Sûriyeyê qebûl nakin

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsifê ragihand ku ew şêwazê destnîşankirina endamên parlamentoya Sûriyeyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *