Devlet Bahçelî Amedspor pîroz kir

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji Serokê Amedsporê re nameyek şand û serkeftina Amedsporê pîroz kir.

Bahçelî di peyama xwe de, derbasbûna Amedsporê bo Lîga Super wekî “pêşkeftinek hêja ji bo fûtbola Tirkiyeyê” bi nav kir.

Bahçelî bal kişand ser dewlemendiya dîrokî û çandî ya Amedê û diyar kir ku ev serkeftina werzîşî dê bi awayekî erênî beşdarî jiyana civakî û aborî ya bajêr jî bibe.

Peyama Bahçelî ya ji bo Serokê Amedsporê wiha ye:

Birêz Nahît Eren Serokê Amedsporê

Ez pir kêfxweş im ku Amedspor, ku di sala 1990an de hatiye damezrandin, reng, heyecan û bêhneke nû aniye werzîşa Tirkiyeyê û cara yekem di dîroka klûbê de derketiye Super Ligê. Ez vê destkeftiya girîng wekî pêşketineke hêja ji bo Amedspor û fûtbola Tirkiyeyê dibînim.

Ez hêvî dikim ku Amed, ku bi kûrahiya xwe ya dîrokî, dewlemendiya xwe ya çandî û bîra xwe ya kevnar yek ji bajarên me yên herî hêja ye, bi vê destkeftiya werzîşî ji hêla civakî, çandî û aborî ve bêtir were vejandin.

Ji ber vê yekê, ez bi dil û can bawer dikim ku Amedspor, bi pêşxistina giyanê lîstika dadperwer, werzişvanî û biratiyê di rêwîtiya xwe ya ber bi Lîga Super de, dê beşdarîyên erênî li atmosfera aştî, yekîtî û hevgirtinê li Tirkiyeya me bike.

Bi van hest û ramanan, ez we û li ser navê hemû Klûba Amedsporê, rêveberên rêzdar, karmendên teknîkî, lîstikvan, karmendên klûbê û alîgirên Amedsporê yên ku bi xwêdan û keda xwe ji bo bidestxistina vê serkeftina dîrokî xebitîn pîroz dikim; û ez hêvî dikim ku sezona 2026-2027 ji bo Amedspor, Diyarbakır û fûtbola Tirkiyeyê serkeftî be.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *