Di ser hilbijartinên parlamentoyê yên Holendayê re sê meh derbas bûn.
Partiyên serkeftî ji bo avakirina hikûmeta nû li hev kir.
Siyasetmedara Kurd Dîlan Yeşîlgoz di kabîneya nû de dibe alîkara Serokwezîr û wezîra parastinê.
Dîlan Yeşîlgoza Seroka Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ye.
Yek ji jinên siyasetmedar ên herî bibandor ên Holendayê ye.
Wê berê di kabîneya Mark Rutte de posta Wezîra Dad û Ewlehiyê wergirtibû.
Her wiha wekî Wezîra Dewletê ya Kar û Barên Aborî û Jîngehê jî kar kiriye.
Dîlan keça Dr. Yucel Yeşîlgoz e ku lêkoler û di warê krîmînolojiyê de mamosteyekî naskirî ye.
Dîlan xelkê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Bavê Dîlanê salên dirêj li diyasporaya Kurdan a li Holendayê ji bo danasîna doza Kurdistanê çalak bûye.
Dayîka Dîlanê Tirk e û ew jî li Holendayê wekî yekê ji parêzvanên diyar ên mafê Kurdan tê naskirin.
Dîlanê her tim bi serbilindî behsa Kurdbûna xwe dike.
Dîlanê di dema êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de, dilgiraniya xwe anîbû zimên û gotibû:
“Divê tundiya li dijî Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê were rawestandin.
Ew Kurdên qehreman ên ku di şerê li dijî terorê de qurbanî dan, niha rûbirûyî destdirêjî û heqaretê dibin.”
Qendîlprêss