Îranê piştî biryara ceza bang li balyozên 3 welatan kir

Piştî ku Neteweyên Yekbûyî careke din ceza li ser wê spandin, Îranê bang li balyozên xwe yên li Brîtanya, Fransa û Almanyayê kir.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh pêşnûmeya ku peymana 2015’an a navbera Îran û hêzên mezin de 6 mehên din anku heya 18’ê Nîsanê 2026’an were dirêjkirin, xiste dengdanê. Peyman ku bi navê plansaziya giştî ya xebata hevbeş tê binavkirin, 18’ê Cotmeha îsal bi dawî dibe.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Çînê û Rûsyayê ve hatibû pêşkêşkirin, duh di civîna Konseya Ewlehiyê de kete dengdanê. 6 endamên konseyê pêşnûme red kir, 4 endaman erê kir û 2 endaman jî dengên xwe bi kar neanîn.

Balyoza Brîtanyayê li NY’yê Barbara Woodward got cezayên NY’yê yên ku li dijî belavbûna nukleerî ya Îranê ne, dê di dawiya vê hefteyê de ji nû ve werin sepandin.

Balyoza Fransayê Jérôme Bonnafont jî got: “Mixabin, Îranê li ser redkirina xwe israr kiriye. Îranê tu gavên berbiçav û taybet pêşkêş nekirine.”

Di encama dengdanê de, Konseya Ewlehiyê careke din ceza li Tehranê birî. Ceza dê îşev bikevin meriyetê.

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî di civîna konseyê de got ji nû ve birîna cezayan li ser Tehranê ya ji ber bernameya wê ya nukleerî ji hêla qanûnî ve neheqiyek e û got: “Îran dê serî ji zextan re dane. Ji bilî rêzdariyê em tiştekî din naxwazin. Vebijêrk diyar e; Rageşî an dîplomasî.”

Cîgirê Balyozê Rûsyayê Dmitry Polyansky bûyer wek “xapandin, derew û pêşandaneke bêaqil” bi nav kir û got: “Ev ne dîplomasî ye.”

Her wiha got Rûsya di ji nû ve birîna cezayan encam nabîne. Di heman demê de îşaret pê kir ku Rûsya wê biryarê pêk neyne.

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku “Piştî tevgera bêberpirsyar a 3 welatên Ewropayê ya ji nû ve aktîfkirina biryarên betalkirî ya Konseya Ewlekariyê, bang li balyozên Îranê yên Almanya, Fransa û Brîtanyayê kir ku ji bo şêwiran werin Tehranê.”

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *