Di êrişekê de li Rojhilatê Helebê 7 kes hatin kuştin; QSD bi tundî şermezar kir

Çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê bajarokê Dêr Hafirê yê rojhilatê Helebê, bi balafirên bêmirov êriş niştecihan kir û komkujiyek kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di encama êrişa çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li dijî gundê Um Tîna yê bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê Helebê de komkujiyek pêk hat.

QSD`ê aşkera kir ku çekdaran bi balafirên bêmirov saet 7:00`an ber êvarê rasterast malên sivîlan bombebaran kirin û di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 4 din jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya QSD`ê navên şehîdan wiha ne:

Emîne Mihemed El Ezawî (75)

Fatme Heya Ubêd (65)

Emîne Mihemed El Hemze (22)

Eyşe Hemze Ubêd (18)

Hemze Ubêd Ebdurezaq (4)

Ebdulxenî Rehman El Ubêd (yek salî)

Rehef Hisên El Ezawî (23).

Navên birîndaran jî wiha ne:

Cuma Hemûd El Mihêsin (60)

Meryem Hemo El Mihêsin (55)

Helîme Mehmûd El Mihêsin (65)

Emîne Hemûd El Emûre (20).

QSD`ê di daxuyaniya xwe de bi tundî ev komkujî şermezar kir û diyar kir ku ev êriş di çarçoveya hewldanên domdar ên çekdaran ji bo hedefgirtina sivîlan de hatiye kirin. QSD`ê piştrast kir ku “hesabnepirsîn û necezakirin, rê dide ku ev binpêkirin careke din dubare bibin”.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *