Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî amaje bi pêvajoya çareseriyê û danîna çekan a PKKyê da û diyar kir ku “Sûdanî: Êdî ji bo mayîna leşkerên Tirkiyeyê yên li Îraqê ti hincet nemane.”
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvîneke xwe ya bi Associated Pressê (AP) re de li ser pêşhatên herêmê û siyaseta derve ya Îraqê axivî.
Sûdanî êrişên li ser qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê, Balafirgeha Kerkûkê û parzûngehên Beyciyê wekî “kiryarên terorîstî” yên ku aboriya niştimanî dikin armanc bi nav kirin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got:
“Me bi germî pêşwazî li rêkeftina aştiyê ya di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û PKKyê de kiribû.
Sûdanî: Êdî ji bo mayîna leşkerên Tirkiyeyê yên li Îraqê ti hincet nemane, divê ew ji axa Îraqê derkevin.”
Sûdanî bal kişand ser girîngiya pêwendiyên bi Tirkiyeyê re û anî ziman:
“Pêwendiyên me yên stratejîk û hewlên me yên hevbeş ji bo zêdekirina ewlehî û aramiyê bi Tirkiyeyê re hene.
Em dixwazin projeyên aborî bi pêş bixin, bi taybetî jî projeya stratejîk a Rêya Bipêşketinê.”
Qendîlprêss