Tûra duyemîn a hevdîtinên Îran û Amerîka bi dawî bû

Tûra duyemîn a hevdîtinên rasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de bi navbeynkariya Uman a li Romayê hatibû pêkanîn bi dawî bû.

Tûra duyemîn a hevdîtinên rasterast ên di navbera şandeyên Îran û Amerîkayê de bi navbeynkariya Qiralê Umanê ya li paytexta Îtalyayê Romayê, li gorî plana hatibû danîn pêk hatibû, bi dawî bû. Tûra siyemîn a hevdîtinan wê heftyên pêşiya me dewam bike.

Tûra hevdîtinên duyemîn ku Ebas Iraqcî serokatiya şandeya Îranî û Steve Wîtkoff serokatiya şandeya Amerîka dikir, bi dawî bû.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da û anî ziman ku hevdîtina rasterast a di navbera Îran û Amerîkayê de serketî pêk hat û ber bi pêş ve diçin.

Hêjayî bibîrxistinê ye hevdîtina yekem 12’ê Nîsanê li Paytexta Uman Mesqetê pêk hatibû.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *