Reuters: Komên girêdayî Îranê yên li Iraqê amade ne çekan deynin

Ajansa Reutersê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî Îranê yên li Iraqê ji bo xwe ji êrişên Amerîkayê biparêzin amade ne ku çekan daynin.

Hat diyarkirin 10 berpirsên siyasî yên li Iraqê yên nêzîkî Îranê, ragihandine ji bo bidawîkirina aloziyên li herêmê ew amade ne çekan daynin.

Ev biryar piştî hişyariya Amerîkayê ya eger bê-çekbûyîn nebe wê giranî bidin êrîşên hewayî hat.

Hate ragihandin danûstandinên di navbera serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û komên bi ser Îranê bi pêş ve diçin.

Şêwirmendê Serokwezîr Sûdanê Ferhad Ala-eldîn, diyar kir ku hikûmet ji bo ku hemû çekan têxe bin kontrola dewletê “diyalogeke çêker” dimeşîne.

Ev komên ku li Iraqê bi qasî 50 hezar çekdarên wan hene, bi destpêkirina şerê Xezeyê re gelek êrîş birin ser xalên Amerîka û Îsraîlê.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *