Hat îdîakirin ku DYE sîstema parastinê ya fuzeya balîstîk THAAD li Îsraîlê bi cih kiriye.
Tê gotin ku sîstem dikare li dijî êrîşên fuzeyên balîstîk li îrtîfalên bilind heta ji derveyî atmosferê jî mudaxileyê bike.
Li gorî El-Arabiya, balafireke kargoyê ya bi tîpa Galaxy a Hêzên Hewayî yên DYE’yê, bataryayên THAAD’ê hilgirt û daket Îsraîlê.
Tê diyarkirin ku ev sewqiyat bi Îsraîlê re tam di nava koordînasyonekê de li ser esasê îhtimala şerekî mezin û zêdebûna nakokiyên li herêmê, pêk hatiye.
THAAD di qonaxa dawî ya firînên fuzeyên balîstîk ên bi menzîla kurt û navîn, yekser bi rêbaza li hev ketinê (hit-to-kill) îmha dike.
Sîstem bi fuzeyên pir bi lez li hedefê dikeve û bi enerjiya kînetîk tune dike; ev jî serê teqemeniyê bêkêr dike.
Li gorî îdîayê, DYE’yê li dijî gefên welatên mîna Îranê ev sîstem weke parastinekê li Îsraîlê bi cih kiriye.
THAAD bi sîstemên Îsraîlê yên heyî Kubbeya Hesin, David’s Sling û Arrow re tam entegre dikare bixebite.
Qendîlprêss