Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku Tehranê bi rêya Umanê bersiva peyama Trump da.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî ragihand ku Tehranê bi rêya Umanê bersiva peyama serokê Amerîkayê Donald Trump da.
Vê mehê Trump peyamek ji Tehranê re şandibû û tê de 2 meh wekî derfet dabû Îranê da ku biryarekê der barê destpêkirina qonaxeke nû ya dan û standinên li ser bernameya nukleerî, bide. Eger ew nede jî dê bi operasyoneke leşkerî re rûbirû bimîne.
Girêdayî wê çapemeniya Îranê ragihand ku Iraqcî got ku wan bi awayê guncaw bi rêya Umanê bersiva wê peyamê da û nêrîna xwe ya giştî li ser rewşê diyar kir.
Iraqcî diyar kir ku ew dan û standinên nerasterast bi Amerîkayê re dikin.
Der barê wê de murşidê Îranê Elî Xaminy diyarkirina dan û standina red kir û got ku dan û standina bi Trump re dê ceza û zextên li ser Îranê girantir bike.
Qendîlprêss