Pedersen: Em ê piştgiriyê bidin peymana Fermandarê Giştî yê QSD’ê û Ehmed Şeri

Nûnerê navneteweyê yê taybet ji bo Sûriyeyê der barê tundiya li perava Sûriyeyê de metirsiyên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku hîna kiryarên tundiyê yên mezhebî li peravê hene ku divê lêpirsînên zelal li ser werin kirin, her wiha peymana Fermandarê Giştî yê QSD’ê û Ehmed El Şeri pêşwaz kir.

Nûnerên navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyeyê Gier Pedersen di axaftina xwe ya li rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Navnetewyî ya ji bo Sûriyeyê de got ku piştî kêmtirî 4 mehan ji hilweşîna rejîma Esed hîn jî zehmetî û tirs li pêşiya gelê Sûriyeyê hene, nexasim di meha borî de.

Pedersen got ku Sûriyeyê li pêşberî du rêyan e; yek ji wan rêyan wê Sûriyeyê ber bi tundiyê û bêîstîqrariyê ve bibe û ya din jî dikare pêk were. Ew rê jî veguhastina siyasî ya giştî ye û tê de gelê Sûriyeyê serweriya xwe vedigerîne û ev alozî derbas dibin, aborî geş dibe û îstîqrar li herêmê pêk tê.

Pedersen diyar kir ku gelek Sûriyeyiyên li perava Sûriyeyê rastî tundiyeke mezin hatin û fikara xwe ji ber hejmara mezin a qurbaniyan û binpêkirinên mezin ên li dijî Elewiyan anî ziman.

Pedersen destnîşan kir ku pêwist e lêpirsîneke berfireh der barê bûyerên li peravê de were destpêkirin nexasim ku komkujî û pevçûnên dijwar li wir qewimîn.

Pedersen peymana di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de, ku di 10’ê Adarê de hat îmzekirin pêşwaz kir û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bide vê peymanê.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *