Dozgeriyê xwest Ekrem Îmamoglû bê girtin

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin. Her wiha Qedexeya çalakiyan a li Stenbolê jî heta 27’ê Adarê hate dirêjkirin. Di çarçvoeya lêpirsîna têkildarî îdîayên ‘terorê’ û ‘nelirêtiyê’ de ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Şaredar Ekrem Îmamoglû pê têne sûcdarkirin, 91 kesî li dozgeriyê îfade dan.

Li gel Îmamoglû, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan, Alîkarê Sereterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mahîr Polat û Dîrektorê Enstîtuya Reformê Mehmet Alî Çalikan

Di çarçoveya lêpirsîna ‘Lihevkirina Bajêr’ de bi daxwaza girtinê radestî dadgeriya ceza ya sûlhê hatin kirin.

Dozgeriyê di nivîsa xwe ya radestkirinê de xwest, Ekrem Îmamoglû ji ber sûcdariyên ‘avakirina rêxistina sûc’, ‘fesadiya îhaleyê’, ‘bertîl’ û ‘alîkariya ji bo rêxistina terorê ya çekdarî’ bê girtin.

Ketin û derketina ji Stenbolê hate bisînorkirin

Li aliyê din li Stenbolê qedexeya çalakiyan heta 27’ê Adarê hate dirêjkirin.

‘Qedexeya çalakiyan’ ku piştî binçavkirina Ekrem Îmamoglû hate ragihandin, hate berfirehkirin û ketin û derketina ji Stenbolê hate bisînorkirin.

Li bajarên cuda ên Stenbolê bi şev çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û hate ragihandin ku 323 çalakger hatin binçavkirin.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *