35 sazî, kom û partiyên siyasî û sivîl li Sûriyeyê damezrandina “Hevpeymaniya Hemwelatiya Wekhev a Sûriyeyê” bi beşdariya MSD’ê ragihand.
Îro, li paytexa Şamê civîneke çapemeniyê ya komeke partiyên siyasî, kombûnên sivîl di nav de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hat lidarxistin. Di civînê de “Hevpemaniya Hemwelatiya Wekhev a Sûriyeyê” bi navê “Hevgirtinê” hat avakirin.
Ji nûnerên MSD’ê hevserok Leyla Qereman û her du cîgirên hevserokatiyê Elî Rehmon û Ifram Îshaq beşdar bûn. Civîn li holtêla Armîtage bi beşdariya kesayetên siyasî û rojnamevan ên navdar hat lidarxistin.
Hevgirtin ji 35 blok, kombûn, partiyên siyasî û civakî pêk tê û deriyê tevlêbûnê ji bo etnîkên din ên li Sûriyeyê vekirî ye.
Hevpeymanî hewl dide rola hêzên niştîmanî di avakirina civakê de xurt bike û însiyatîfeke aşkera ya ber bi Sûriyeyê sivîl a demokratîk ve pêşkêş dike.
Li gorî daxuyaniyê ne tenê ragihandina hevpeymaniyê wê şeklî be, lê belê wê di çarçoveya rêxistinbûyînekê de bixebite da ku helwestên siyasî û îdeolojî yên aşkera saz bike. Ragihandina wê jî gava destpêkê ya ber bi nêrîneke hevgirtî ya têkildarî dozên niştîmanî ye. Ji bo xebata li ser aşkerakirina helwestên siyasî û pêşkêşkirina projeya niştîmanî ya giştî hevpeyman xwe dispêre rêgezên demokrasî, pirrengî û nenavendî ku wê hevpeyman roleke aktîv di bidestxistina mafên siyasî de bilîze.
Di daxuyaniya damezrîner a “Hevgirtinê” de gelek pransîbên sereke hene û wiha ne:
1-Xurtkirina yekitiya Sûriyê, ax û gelê wê, di bin yek dewlet û artêşeke niştîmanî de, ku erkên wê tenê ya hilgirtina çekan ji bo parastina welat be û ji bo jiyana siyasî ya li welat jî bêalî be.
2- Parastin û berevanîkirina aştiya sivîl bi rêya rûbirûbûna zihniyetên tolhildanê û xîtabên nefretê, sûcdarkirina provokasyonên mezhebî, sûcdarkirina înkarkirina sûcan û tawanên rêjîma rûxandî, her wiha bûyer, sûc û binpêkirinên biêş ku li perava Sûriyeyê pêk hatine di ber çavan re werin girtin ku careke din dubare nebin.
3- Rizgarkirina piraniya Sûriyeyiyan ji xizantiya giran û dabînkirina rêbazên jiyana birûmet bi rêya vjandina aboriya niştîmanî.
4-Bi tevahî şêweyên heyî xebat ji bo vegerandina xakên Sûriyeyê yên dagirkirî werin kirin, di serî de Colana dagirkirî.
5- Doza Kurdî bi awayekî demokratîk a adilane were çareserkirin.
6-Doza jinan li Sûriyeyê, mafên wan, doza ciwanan û rola wan ji bo tevahî Sûriyeyiyan bibin dozên bingehîn.
Beşdaran di dawiyê de diyar kir ku hevpeyman deriyê tevlêbûnê li pêş tevahî hêzên niştîmanî yên ku dixwazin xebateke hevbeş bikin, vekirî dihêle. Da ku ev projeya niştîmanî ya demokratîk pêk bê ku mafên Sûriyeyiyan misoger bike û welat bixe ser rêya îstîqrara siyasî û civakî.
Qendîlprêss