Kongre nûnertiya gelê Sûriyeyê nake û em nabin beşek ji pêkanîna encamên wê’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku kongre nûnertiya gelê Sûriyê nake û got: “Em beşek ji Sûriyê ne û nûnertiya me nehat kirin û em ji naveroka vê kongreyê ne razî ne û em nabin beşek ji pêkanîna encamên wê.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê qaşo “Kongreya diyaloga niştîmanî ya Sûriyeyî ” ku li Şamê hatiye lidarxistin de, daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Ji dema hilweşandina rêjîma Baas li Sûriyê ve, gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi hêvî ye ku Sûriyeyeke yegirtî, bêyî dûrxistin an jî paşguhkirinê, ji bo tevahî Sûriyeyeyiyan were avakirin. Kongreya nîştimanî jî yek ji daxwazên gelê Sûriyeyê bû ku armancên şoreşa ku di ser re 14 sal derbas bûye, ye. Ji destpêka hilweşandina rejîma berê ve, hemû gelên Sûriyeyê bi hêviya lidarxistina kongreya diyaloga niştîmanî û gavên pratîkî yên avakirina dewletê bûn.

Lê ev gavên ku rêveberiya demkî li Sûriyê di mijara diyalog û beşdariyê de avêtine ne li gorî hêviyan bûn. Ji destpêkê ve diviyabû ku komîteyeke yekgirtî ji bo amadekirina vê diyalogê bihata avakirin û paşê kesên ku dê beşdar bibûna nîqaş li ser bihatana kirin. Dûre diviyabû kongreya diyaloga niştîmanî ya giştî bihata avakirin. Lê tişt bûye û niha dibe dûrî tevahî hêviyên Sûriyeyiyan e.

Lê komîteya ku ji bo amadekirina kongreyê hatiye avakirin nûnertiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê nekir, heta daxuyaniyên wan dûrî zimanê diyalogê û nêzbûna nêrînan bûn. Li gelek parêzgehên Sûriyeyê bi navê diyaloga nîştimanî civîn hatin lidarxistin, lê ev civîn tenê siyasetên ku gelê Sûriyeyê ji bo tunekirina wan têkoşiyaye, nîşan dide. Îro û piştî wan civînên ku nûnerên rast ên gel beşdar nebûne diyar bû ku ew civînên dûrxistin û paşguhkirinê ne û mozaîka gelê Sûriyeyê di ber çavan re nehatiye girtin.

Li paytexta Şamê kongreya bi navê diyaloga niştîmanî tê lidarxistin, em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar dikin ku gelê Sûriyeyê dikare birînên xwe derman bike û bi rêya diyaloga niştîmanî ya rasteqîn di navbera pêkhateyan û etnîkên gelê Sûriyeyê de, Sûriyeyeke demokratîk û pirrengî ava bike.

Em dibêjin ku ev kongre nûnertiya gelê Sûriyê nake. Em beşek ji Sûriyê ne û nûnertiya me nehat kirin û em ji naveroka vê kongreyê ne razî ne û em nabin beşek ji pêkanîna encamên wê.

Em careke din dibêjin ku em weke gelê Sûriyê armanca me ya yekem û dawîn ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve ew e ku civaka Sûriyeyê ji zilm, dijminahî, siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê rizgar bikin û însiyatîfên me yên girîng di vê çarçoveyê de hebûn. Em îro jî xwestekên xwe ji bo lidarxistina kongreyeke rast ku nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê bike, tu kesî bi dûr nexe û paşguh neke, nû dikin.

Em bang li gelê xwe yê Sûriyeyê dikin ku em ê xebatên xwe ji bo pêkanîna armancên şoreşa xwe bidomînin da ku em layîqê berdêlên ku me dane bin, hêvî û xwestekên gelê xwe pêk bînin.”

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *