Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku Fransa deyndarê hêzên QSDˋê yên bi serkêşiya Kurdan e û divê di pêvajoya siyasî ya bê ya li Sûriyeyê de tevahî alî beşdar bibin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron di kongreya navneteweyî ya têkildarî Sûriyeyê de got: “Ew qedir û qîmetekê didin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku li dijî terorê roleke girîng lîst, em ji bo hevalbendên xwe wefedar in û gelekî deyndarê wan in.”
Macron di berdewama gotina xwe de ev axaftin kir: “QSDˋê li kêlek Koalîsyona Navneteweyî bi lehengî şer kir. Îro jî, ji erka me ye em parastina berjewendiyên wan bikin, mîna me di 2018ˋan de kiriye.”
Macron anî ziman ku beşdariya QSDˋê di pêvajoya veguhastinê ya Sûriyeyê de, wê di pêkanîna armancên ewlehiyê de bibe alîkar, ji ber ku şervanên xwe xurt in û hejmara wan mezin e. Ji lew re pêwîst e tev li artêşa Sûriyê ya pêşerojê bibin ku li dijî komên terorîst têk bikoşin û serweriya Sûriyeyê biparêzin.
Qendîlprêss