El Sûdanî civîneke awarte li dar xist

Serokwezîrê Iraqê EL sûdanî diyar kir ku peyama Îsraîlê ya ji bo Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî bihaneyek ji bo êrişên li dijî Iraqê ye.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeya El Sûdanî di civîneke awarte de destnîşan kir ku peyama ku Îsraîlê ji Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî re şandibû bihaneyek ji bo êrişa Iraqê ye.

El Sûdanî diyar kir ku Îsraîl armanc dike ku şer li herêmê berfireh bike û got: “Iraq van gefan red dike. Biryara şer û aştiyê di destê dewleta Iraqê de ye. Tu alî nikarin vî mafî ji bo xwe bi kar bînin.”

El Sûdanî diyar kir ku Iraq şer naxwaze û hîn jî xwedî helwesta xwe ya ji bo gelê Filistînê û Lubnanê ye.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *