ekrem Berekat: Şoreşa Rojava li ser bingeha zîhniyeta demokratîk û ji felsefeya Rêber Ocalan hatiye avakirin / Kurdên Sûriyê êdî baweriya xwe bi hêzên navneteweyî nay

Hevpeyvîna taybet a Qendîl Prêssê li gel rojnamevanê RojAvayê Kurdistanê, ekrem Berekat

Qendîl Prêss: Weke hûn jî dizanin, em di salvegera şoreşa Rojavayê da ne, yekem tiştê ku hûn dixwazin bi me re li ser pêvajoya şoreşa Rojava biaxivin çi ye?

ekrem Berekat: Weke hûn znin şoreşa rojava dikeve sala xwe a 11hemîn de. Şorişa bakûr rojhilatsa surî taybetmendiyekî xwe ya taybet heye. Şorişekî civakî exlaqî poltik hat li dar xistin. Ferq û cudatiya wê ji hemî şorişên ditir heye. Çima? Ji ber nirxê însaniyetê biparêze hat le dar xistin. Ji ber wisa jî hemî gelê herêmê kur ereb suriyan çerkes hemi têde beşdar bûn. Ew jî taybetmendiyeke kû ji hemû şorişê cihanê cudtir bê. Mirov karê bêje şorişek kû nirxê civakê ê hey ji nûve vejîn kirin u parastin. Hereksî jî hundirê wê şoreşê de cihê xwe girt. Û geha astek ku terora heî mezin di cîhanê de beranberî biseknê ew jî çeteyên dais bû kû hêzên weke artişa arev û artişa surî nikarîbû beranberî wa çeteyan şerr bike û silah dawêt û baz dida û dirrevîn. Gelên herêmê bi roh û perspektifa şorişê di rojava herkesê tev gerra û karîbûn vê tarîtiyê terora dais mlê cografik de wana tune bikin ji xwe hîn beranberî şaneyên wê yê razaîy berdewame. Di heman demê de kû kaî bî têkoşîneke pirr mezin di qata suriyê de blieyzê rolekî pir mezin bleyzê ji ber kû mile xwe neda tu hêza di xeta civakê de di xeta azadkirina civakê de demiqrat kirina suri de gavekî pir mezin awêt. Heta niha jî deawêjê lewma rastî pir êrişên dijwar hate kirin. Di serî de êrişin dewleat turk a dagîrker kû ji nîdana 2017 ewe dest pêkirn û heta roja îrojî berdewame. Têkoşîna gelê bakûr rojhilata surî bi hemî milawe milî siyasî eskerî diplomasî berdewame. Roj bi roj jî dengvedana şorişa 19tîrmehî li tevahî cihanê tê belav kirin.

Qendîl Prêss: Tevgera Rojava ya ku di bin navê “rêveberiya xweseriya demokratîk” de hat avakirin, mîna hemû tevgerên civakî yên van salên dawî li Rojhilata Navîn û welatên din ên cîhanê, xwedî heman temaya rizgarîxwaz û li dijî pergala aborî û siyasî ya desthilatdar bû. . Li gorî we şoreşa Rojava xwedî çi taybetmendî û îmkanên ku tevgerên din li Sûriyê û welatên din ên herêmê nebûn, hebûn?

ekrem Berekat: Niha ferq û cudatiya şorêşa rojavayê kuristan û şorêşên dî pir heye. Çima? Ji ber berê ji xwe zemînekî wê şorişê hebû ew jî piştê serhildana 2004 di qamişlû zemênekî kû civak ji hemî milî we xwe rîxstin bike hebû. Di heman demê de hevgirtina gelerî bêhtir xwrt kir. Û biratiya gela di navbera kurd ereb xirstiyan re roxmî hewldana rejîma şamê lê tevgerekî hevgirtî hebû. Ji lewma ferq û cudatiua wê ewe kû ne şorişekî kû têkoşîn dike ji ber bê deselatdar na şorişekî ji ber herkes di hundir civakê de bighê mafê xwe û xwedî rol û xwedî misyon ji hemî milî we û xêr û beêrên wilat bi ser herkesî de were bilavkirin ne tenê destî hêzekî tenêde bê an neteweyekî tenê de bê. Na tesî wê pêwîste ji milî hemî gelê herêmêwe werê birêvebirin ewjî di rêya rêveberyên xweser kû têne avakirn. Ji xwe heta niha 7 rêveberî hene ev jî ji ber hemî gel cihê xwe têde digrê roxmî evqas hêrêşên kû ser têne kirin êrişên hikumeta şamê çeteyên dais û dewlata turk roxmê hemî asteniyan di 2014an ve herêm di dewrpêçekî mezin de derbaz dibe lê karî bû bimînê ser pêya û têkoşînê jî di heman demê de bide meşandin.

Qendîl Prêss: Yek ji girîngtirîn taybetmendiya jiyana li Rojava, şêweya beşdariya demokrasiyê ye, hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?

ekrem Berekat: Pirsgrêka rojhilata navîn bi prisgrêka zihniyet û deselatdaruye. Ji lewma şorişa 19î tîrmehê seresasê gohartina zihniyetê hat li dar xistin. Ew jî zihniyeta demoqratik kû bingeha xwe ji fikr û felsefeya rêber ebdola ocelan digrê. Gorî felsefa wî ev proje pêş ket. Û di hundir wê de herkesek cihê xwe girt. Di baweriya min da di asta cihanêda wek sîstema bakûr rojhilata surî tineye. Ji ber sîstemeke kû cara yekemîne jin cihê xwe di hundrê wê de digre û pêşengtiya wê sîstemê dikê. Di heman demê de ciwan jî rolekî pir mezin dileyzê û civak jî bi hemî beşê xwe bi netew û ol û baweriyî xwe hemî ser yek fikir û felsefî têkoşîn didene meşandin. Ew jî parastina az û parastina nirxên civak û ol û baweriyên her kesî. Ji xwe herî mezin gel xwe gorî fikr û felsefeya gelên şoreşger bi rêxstin dike. Yanî herkesekî pêwîste têkoşîn bike di qada bakûr rojhilata suriyê de. Em bêjin gehaya asta kû tê xwestin na lê têkoşîn berdewame. Ji lewma her tim di gogertin û vegohertinêda herêm derbaz dibê. Dibe kû di pêkanîna wê de astengî derkevin pêwîste di vê mlêde rêveberiya rojava têkoşîn didine meşandin. Lê wek fikir di hemî cihanê de ez bawer dikim tuneye. Ji ber min got herkes di hundir wê de xwe digrê. Niha welatên dî rêbazên demoqratîk hene lê demoqratîkekî lîbrale ne demoqratîkekî civakiye. Demoqratiya bakûr rojhilata surî civakiye. Hêza xwe ji civakê digrê. Di hûndir vê civakê de herkes xwe bi rêxstin dike. Di asta komîn dighê meclîs dighe rêveberiya xoser û dighe asta herî jûr. Yanî herkes di hûnir wê de cihê xwe digrê.

Qendîl Prêss: Bi dîtina şoreşa jinê, jiyan û azadiyê li Rojhelatê Kurdistanê, rola şoreşgerî ya jinan li Rojava çawa bû?

ekrem Berekat: Ji bo pirsiyara çarem rola jinên rojava. Rastî jî rola wan min di hinek axaftinê xwe de jî basî kir rolekî pir pir mezin lehîst. Yanî di qada siyasî dîplomasî leşkerî civakî û xzemetgozarî jî roleke pir mezin lehîst. Bi serkêşî jin gelek operasyonê leşkeî hatin li dar xistin. Serkeşiya operasyona rizgarkirina reqa û minbic û kobanê jin bû. Mînaka wê jî ahîn mîrkan bû. Di mila qada siyasî dîplomasî de jî jin rolekî pri mezin lîst. Mînak şehîd hevrîn xelef kû dema dewleta dagîrker a turk êrişê rojavayê kir ji mile çeteyên turk ve mînaka herî dawî êrişên ser qamşlû hatin kirin. Di encama wê de hevseroka kantona qamşlû îsra derwîş û cîgrwa wêna lîma şiweêş şehîd ketin. Berî wêna fermandara hêzên antî terror jiyan rûdû endamê ypjê di sîhaê da hate şehîd kirin. Berî wêna têkoşîna jin le 2020 li kobanê berpirsiyara kongra sitar şehid ket. Ev asta kû tokoşîna jin roleke pir mezin lehîst û di şoreşa 19ê tîrmehêde rola wê berbi şev bên di qada cihanê giştî û bû mînak ji hemû jinî cîhanê re. ew jî di bin slogan jin jiyan azadî de tevgera xwe da meşandin. Ji lewma rastî êrişên pir dijwar hat bi taybet di milê dewlata turk a dagîrker ve. Jin di şorişa 19ê tîrmehêde role sereke da maşandin lewma tê naskirn be navê şoreşa jinê.

Qendîl Prêss: Di van hefteyên dawî de êrîşên artêşa Tirk li ser herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne, li gorî we bêdengiya aktorên navneteweyî û herêmî yên li herêmê çi nîşan dide?

ekrem Berekat: Raste êrişên ser bakûr rojhilata surî zêde bûne. Ev êriş di sala 2017an ve dest pêkirye û bê navber heya roja îro berdewam dikin. Carna zêde dibin carna kêm dibin. Ew jî gorî îtfaqê nênetewî û bazarê kû têne kirin beranberî sûrî û rojhilata navîn. Bi taybet bi rusiya re hevdîtin û bazar kirin û êrişî efrîn kirin. Gelê efrîn û rojava berxwedaniyekî bê hempa da meşandin. 57 roja dewam kir. Piştre bi emrîka û hêzên bînî re yê ewrûpî taybet bazar hatin meşandin. Êrişên ser grî sipî û sere kaniyê kir. Ev êriş haya niha jî berdewamin. Ji lewma hêzên rojava û hêzên hey, îdî nema baweriya wan bi wan hêzên garantor ya nawnetewî heye. Ji ber gorî berjewendî xwe tev digerin ne gorî berjewendî gelê herêmê an gorî fikr û felsefeya herêmê. Asta têkoşîn û berxwedana xwe bêtir xurt dikin zêdetir mile leşkerî ji be rev êriş werin seknandin. Raste dewleat turk êriş dikê lê beranberî wê jî berxwedaniyekî pir mezin tê meşandin. Roj bi roj jî ev berxwedanî dighe asta herî jûr. Niha şorişa 19ê tîrmehê bi xuna deh hezarê şehîdan hate havakirin. Ev jî hemî gelên rojavayêne. Gelê herêmê bi îsrare ev şoreş ser bikevê. Wê serbkivê jî ji ber kû şoreûekî geleriya, şoreşekî milê xwe nade tu hêzên dî. Mile xwe dide hêzên xwe ya gelerî. Hêza xwe ya rêxstinî. Lewma di pîlansaziyên gelên herêmê de jî heye kû di sala pêşîa wa da daha bêtir têkoşîn were meşandin. Statuyekî navnetewî jo bo gelê herêmê karbê bigrê û asta têkoşînê deha blintir bike.

تلاش دوباره

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon şirîktî ye bi zorê nabe

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku entegrasyon şirîktî ye û got: “Di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *