KURDISTAN

PDK’ê li ser sînorê Rojava dîwar ava dike

PDK’ê, di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dest bi çêkirina dîwarên bilind kiriye. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi danîna dîwarên 3 metre bilind û 75 santîmetre stûr li ser sînorê Başûra Kurdistanê, Rojava dorpêç dike PDK`ê dixwaze dîwarê sînor ê ku berê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû …

BERFIREH

QSD’ê nasnameya 7 şervanan aşkera kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, nasnameyên 7 şervanên xwe yên ku di dema pêkanîna erkên xwe de di şert û mercên cûda de şehîd bûne eşkere kirin û careke din soz da ku tola wan hilîne. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanan ragihandin. Daxuyaniya navendê bi …

BERFIREH

Talebanî û Barzanî li ser kabîneya nû nîqaş kirin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li hev civiyan. Herdû aliyan li ser proseya siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê nîqaş kirin. Li Selahedînê Serokê Partiya Demokratîk ya Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê li hev civiyan. Hate ragihandin ku di civînê …

BERFIREH

4 şervanên QSD’ê di êrişa DAIŞ’ê de li Rojhilatê Dêrazorê şehîd bûn

Li gundewarê Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê êrişî noqteyên QSD’ê kirin. Şervanên QSD’ê bersiv da û di encamê de 4 şervanên QSD’ê şehîd bûn û çeteyek hat kuştin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Şaneyek terorîst a DAIŞ’ê li bajarokê Ebrîha yê …

BERFIREH

Tohmetbarê kuştina Ekber Hacî Rustem hat girtin û li xwe mikur hat

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê îro hûrgiliyên desteserkirina tohmetbarê sereke yê kuştina Ekber Hacî Rustem belav kirin. Kujer bi hevahengiya li gel Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê li Bexdayê hatibû girtin. Dezgeha Asayîşê ragihand ku piştî kuştina Ekber Hacî Rustem a li gundê Omerbilê yê Kifriyê, yekser lêkolîn û şopandineke hûr …

BERFIREH

QSD: Li Dêr Hafirê şervanek şehîd bû û 4 zarok birîndar bûn

Navenda Ragihandina QSDˊê diyar kir ku şevê din komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi 2 dronan êrişî nuqteyeke QSDˊê ya li Dêr Hafirê yê girêdayî kantona Tebqayê kir, di encamê de şervanek şehîd bû û 4 zarok birîndar bûn. Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanekî …

BERFIREH

QSD: Ji 8’ê Kanûna 2024ˊan ve DAIŞˊê 153 êriş kirine

Fermandariya Giştî ya QSDˊê diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan heta 20ˊê Îlonê, şaneyên çeteyên DAIŞˊê li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 153 êriş pêk anîne. Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebcer Dawûd li ser navê Fermandariya Giştî ya QSDˊê der barê …

BERFIREH

Şandeyeke Awstralyayê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeyeke Awstralyayê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê keda Rêveberiya Xweser a ji bo parastina aramiyê û têkoşîna dijî terorê û silav kir û diyar kir ku QSD’ê roleke sereke di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de lîst. Şandeyeke Awstralyayê bi serokatiya endamê Parlamentoyê David Shoebridge ji bo naskirina rewşa …

BERFIREH

HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê 7 gerîlayên şehîd Delîl, Karwan, Kawa, Gabar, Baran, Andok û Egîd bi rêzdarî bi bîr anî. HPG’ê diyar kir ku hevriyên wan yên ku her kêliya jiyana xwe bê teredût fedayê siberoja azad a gelê Kurd kirin, li Bakurê Kurdistanê bûn navê berxwedan û serketinê. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê …

BERFIREH

QSD: Di êrişa şaneyên DAIŞ’ê de şervanekî me şehîd bû

QSD’ê ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dijî dewriyeyeke wan li rojavayê Dêrazorê êrişek pêk anî. Di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd bû û 2 birîndar bûn. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dijî dewriyeyeke wan a li bajarokê Mihêmîde yê rojavayê Dêrazorê êrişek …

BERFIREH