QSD: Di êrişa şaneyên DAIŞ’ê de şervanekî me şehîd bû

QSD’ê ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dijî dewriyeyeke wan li rojavayê Dêrazorê êrişek pêk anî. Di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd bû û 2 birîndar bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dijî dewriyeyeke wan a li bajarokê Mihêmîde yê rojavayê Dêrazorê êrişek pêk anî.

QSD’ê diyar kir ku çeteyan bi çekan êriş kir û pevçûn derket. Piştre çete vekişiyan. Di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de QSD’ê pabendiya xwe bi domandina têkoşîna dijî terorê û parastina ewlehî û aramiya herêmê anî ziman.

تلاش دوباره

Hûrgiliyên Pêvajoya Radestkirina Çekên PKKê û Cihbicihkirina Yasaya Nû

Li gorî raporên medyaya nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê, hûrgiliyên pêvajoya hilweşandin û radestkirina çekên PKKê û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *