QSD’ê nasnameya 7 şervanan aşkera kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, nasnameyên 7 şervanên xwe yên ku di dema pêkanîna erkên xwe de di şert û mercên cûda de şehîd bûne eşkere kirin û careke din soz da ku tola wan hilîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanan ragihandin. Daxuyaniya navendê bi vî rengî ye:

‘’7 şervanên me şehîd bûn, 5 ji wan di encama êrişa tirsonak a şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûn. Her wiha şervanekî din di berxwedana li hember êrişên komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li dijî Dêr Hafirê şehîd bûye. Şervanekî din jî ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbata her 7 şehîdan û hemû malbatên şehîdan dixwazin, em careke din soz didin ku tola wan hilînin. Hesabê ji kujeran bipirsin, herêm û cîhanê ji xirabiya wan xilas bikin.

تلاش دوباره

Mesrûr Barzanî: “Herêma Kurdistanê ji şandina çekan a Amerîkayê ne agahdar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Herêma Kurdistanê ji şandina ti barên çekan ên ji Amerîkayê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *