Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê di hevpeyvînek televîzyonî de bi kanala Elcezîre re, li ser gelek mijarên girîng rawestiya, di nav wan de Peymana 29ê Çileyê, entegrasyona Kurdan, pêwendiyên bi Îsraîlê re, û têkiliyên bi welatên derdorê.
Şeri di destpêka axaftina xwe de behsa başkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re kir û got ku bi beşdariya komek welatan, hewildan tên kirin ku bi Îsraîlê re peymaneke ewlehiyê were bidestxistin.
Wî diyar kir: “Heger peymana ewlehiyê ya bi Îsraîlê re bi ser bikeve, ew ê bibe gav bo aştiyeke berfireh, bêyî ku em mafê Sûriyeyê li ser Bilindahiyên Colan ên dagirkirî ji bîr bikin. Em ji şerê bi Îsraîlê re dûr dikevin, ji ber ku ew ne di berjewendiya me de ye.”
Derbarê Libnanê de jî Şeri got ku her kirîzek li wî welatî rasterast bandorê li ser Sûriyeyê dike. Wî diyar kir ku Sûriye piştgiriyê dide serdestiya Libnanê li ser çekan û biryara wê ya derbarê şer û aştiyê.
Wî her wiha behsa pêwendiyên baş ên bi Hikûmeta Libnanê re kir û got: “Em bi hikûmeta Libnanê re li ser çareseriyan nîqaş dikin da ku arîkariya ewlehiyê ya Libnanê bikin. Çareseriya li Libnanê ne tenê çareseriyeke ewlehiyê ye; em li ser çareseriyeke berfireh a krîzê dixebitin.”
Di derbarê Peymana 29ê Çileyê û pêvajoya entegrasyona Kurdan de, Şeri got ku di pêkanîn û cihbicihkirina peymanê de derengî çêbûye, lê destnîşan kir ku rêveberiya wî hîn jî pabendî wê ye û bawer dike bi girîngiya wê.
Wî di heman demê de behsa dosyaya kesên winda kir û ragihand ku komîteyek hatiye damezrandin da ku vê dosyayê li gorî pîvanên navneteweyî û bi hevkariya welatên xwedî pisporî bi rê ve bibe.
Şeri di dawiyê de behsa têkiliyên bi Iraqê re kir û got ku ev pêwendî her ku diçe baştir dibin.
Qendîlprêss