Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê, Ehmed Hîlalî, ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê plan dike li parêzgehê zanîngeheke fermî ava bike û di heman demê de dersa zimanê Kurdî yekem car di bernameya perwerdeyê de cih bigire.
Hîlalî diyar kir ku Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê li ser vekirina zanîngeheke fermî li Hisîçayê dixebite û navê “Zanîngeha Rojava” jî dê were guhertin. Wî got ku navekî nû dê were hilbijartin ku nasnameya niştimanî ya giştî ya hemû pêkhateyên parêzgehê nîşan bide.
Wî her wiha destnîşan kir ku zimanên sereke yên xwendinê li zanîngehê dê wekî berê Erebî û Îngilîzî bin.
Di derbarê pergala perwerdeya dibistanan de jî Hîlalî ragihand ku zimanê fermî yê perwerdeyê dê Erebî be, lê cara yekem di dîroka Sûriyeyê de dê dersa zimanê Kurdî di bernameya xwendinê ya polên 1 heta 12an de cih bigire.
Li aliyekî din, Hîlalî behsa vekirina deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişloyê kir û got ku amadekariyên ji bo vekirina wî deriyî berdewam in. Li gorî wî, temamkirina pêdiviyên teknîk û lojîstîk û paqijkirina mayînan dikare heta sê mehan bidome.
Wî got ku vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişloyê projeyeke stratejîk e ji bo Hisîçayê û dê derfeta geşbûna bazirganî, veguhestin û transîtê di navbera Tirkiye û Iraqê de bi rêya axa Sûriyeyê zêde bike.
Şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê beriya niha serdana deriyê Nisêbîn-Qamişloyê kiribû û di nav wê de Ehmed Hîlalî jî hebû. Şandeyê li gel berpirsiyarên deriyên sînorî rewşa cihê vekirinê û pêdiviyên vekirinê nirxand.
Qendîlprêss