ENKSyê Li Şedadê Bi Tîma Serokatiya Hikûmeta Veguhêz Re Civîn Pêk Anî

ENKSyê îro serdana tîma serokatiya hikûmeta veguhêz li bajarê Şedadê ya parêzgeha Hesekê kir û bi nûnerên serokatiya sûriyayê re civînek pêk anîn.

Li gorî ragihandina Hesekê îro şandeyeke ENKSyê bi serkêşiya Serokê Encûmenê Mihemed Îsmaîl serdana Tîma Serokatiya Hikêmeta Veguhêz kir û ji aliyê Rêveberê Karûbarên Siyasî ya Hikûmeta veguhêz Ebas Hisên ve hatin pêşwazîkirin û civînek pêk anîn.

Di civînê de rewşa Herêmê û pêvajoya entegrebûna saziyên rêveberiya xweser û HSDyê hatin gotûbêjkirin.

Medyaya Hesekê diyar kir ku civîna herdu aliyan erênî derbas bû û bi berfirehî li ser mijara Hilbijartinên Encûmena gel a Sûriyeyê hate gotûbêjkirin û behsa para aliyên siyasî di hilbijartinan de hate kirin.

Ev serdan di demekê de ye ku komîteya yekrêziya Kurd a ku ENKS beşekî sereke ye, rêzecivînên xwe pêk tîne da ku bi yek bername derbasî hilbijartin bibe û nûnertiya Kurdan di pêşeroja sûriyayê de yekalî bike.

Piştî serdana şandeya ENKSyê şandeyek ji Rêxistina Asûriyan ku navenda wê li Hesekê ye, serdana Tîma Serokatiya Hikûmetê kir û rewşa entegrebûna rêveberiyê û mijara hilbijartinan hat gotûbêjkirin.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *