Berdevkê Durziyan: Daxwaza me rêveberiyeke nenavendî ye

Berdevkê Durziyên Siwêdayê diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz hewl da bi dronekê wî bikin hedef û da zanîn ku daxwaza şêniyên Siwêdayê ewlehî û rêveberiyeke nenavendî ye.

13’ê Tîrmehê hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê êriş li dijî Siwêdayê dan destpêkirin. Di encama êrişan de zêdetirî hezar û 300 kes hatin kuştin. Şervanên xwecih ên Siwêdayê jî bersiva êrişan da û şerên dijwar rû dan. Herî dawî bi navbeynkariya hêzên navneteweyî agirbest hat ragihandin, lê car caran agirbest tê binpêkirin.

Der barê êrişan de berdevkê Durziyên Siwêdayê şêx Merwan Riziq ji ajansa me re axivî.

Şêx Merwan Riziq da zanîn ku wî di dema şeran de biryardariya ciwanan a parastina Siwêdayê heta kêliyan dawî xurt dikir û got ew hêdî hêdî ji gundê Mezreyê vekişiyan, lê ji ber êrişên dijwar ên li ser wan neçar man ku careke din ji gundê Welxayê jî vekişîn.

Riziq îşaret bi vê yekê kir ku bi dronekê hewl dan wî bikujin û got: “Parçeyek li aliyê rastê yê serê min ket û birîndar bûm. Tavilê ez rakirim nexweşxaneyê. Birînê zêde zirar neda.”

Riziq di dewama axaftina xwe de diyar kir ku hêzên Ewlehiya Giştî û Wezareta Parastinê dronan bi kar tînin û ev jî îsbat dike ku destê hikumetê di êriş û komkujiyan de heye.

Şêx Merwan Riziq bal kişand ser rewşa Nexweşxaneya Siwêdayê jî û diyar kir ku ji ber hejmara mezin a şehîd û birîndaran westandina xebatkar bi têrê nakin û got: “Piştî birîna min baş bû, ez li cîran û kes û karên xwe vegeriyam û min piştevanî da wan. Min dît hîna li ber xwe didin.”

Riziq destnîşan kir ku hêzên êrişkar hewl da bi hezaran kesan, tank û panzêran derbasî bajar bikin û li hin beşên bajar wêranî, talan û sûcên li dijî sivîlan kirin.

Berdevkê Durziyan bang li hêzên navneteweyî kir ku “kujeran” ji herêmê derxin û got “serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şerî ji rêvebirina welat re nabe”.

Rizqi bi domdarî got “Mogolên serdemê piştî ku li peravê Sûriyeyê komkujî pêk anîn, gef li Siwêdayê xwarin û dû re gefên xwe yên kuştin, qirkirin û talankirina milk pêk anîn”. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku gundê Seilayê yê Siwêdayê hat wêrankirin, şêxên wê hatin kuştin, xelkê wê û yê gundên din hatin koçberkirin.

Şêx Merwan Riziq der barê lihevkirina agirbestê de jî da zanîn ku komên êrişkar agirbestê binpê dikin, lewre ew jî neçar in parastina xwe bikin.

Berdevkê Durziyên Siwêdayê der barê daxwazên xelkê Siwêdayê de jî got: “Daxwaza xelkê Siwêdayê; ewlehî, aramî û alîkariyên lezgîn, jiyaneke hevbeş li welatekî laîk ku mafên hemû aliyan biparêze, rêveberiya nenavendî ku şêniyên Siwêdayê bi xwe kar û barên xwe bi rê ve bibin. Êdî baweriya xelkê bi hikumeta veguhêz nayê.”

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *