Komên bi navê “eşîran” êrişî Siwêdayê kir

Piştî kêmtirî 12 saetan ji vekişînê, hate ragihandin ku komên bi navê ” eşîran” de yên girêdayî hikumeta veguhêz êrişî Siwêda kir û rewş dîsa aloz bû.

Li gundewarê Siwêdayê rageşî gur dibe, internet û kehrebe jî qut bûne.

Çavkaniyan diyar kir ku duh êvarî komên bi navê “eşîran” ên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, di rêya Şam-Siwêda re ketin parêzgeha Siwêdayê û li nêzî bajarokê Zikêr bi cih bûn.

Çavkaniyan dan zanîn ku ji gundewarê Derayê jî hin kom derbasî bajarokê Welga yê rojavayê Siwêdayê bûn, li kêleka wan jî hin kombûnên din ên çekdaran tevî erebeyên xwe yên doçka li ser û motorsiklêtan, li eniyên din xuya dikirin.

 Li gorî çavkaniyan, ji ber şerên ku vê dawiyê di navbera hêzên hikumta veguhêz û şervanên xwecih de rû dane, ev herêm ji niştecihên wê vala bûne, zerarên mad yên mezin çêbûne û malên şêniyan hatine şewitandin.

Derengiya şeva pêncşem-Înê balafireke bêmirov li nêzî bajarokê Welga komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz bombebaran kiribû. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî gotibû balafir a hêzên Îsraîlê ye.

Nûçegihanê me ji Siwêdayê îdiayên ku dibêjin komên çekdar ketine nava bajar derewadin û diyar kir ku ji bilî gundên navborî, şervanên xwecihî bajêr û gundewarê wê kontrol dikin.

Ji ber şerên ku vê dawiyê rû dane, li bajêr krîzeke mirovî ya dijwar heye, peywendiya telefon û internetê qut e û ji 5 rojan ve herêm bê kehrebe ye. Ji ber tunebûna ard jî firine naxebitin.

13’ê Tîrmehê komên girêdayî hikumeta veguhêz êriş li dijî Siwêdayê dan destpêkirin, piştî bi xwe êriş kirin û ketin hin gund û taxên bajar û sûc û komkujî li dijî Durziyan hatin kirin. Çekdarên xwecih ji bo parastinê destwerdan kir. Di encamê hêzên hikumeta veguhêz duh sibeha ji deverên ku kontrol kiribû vekişiyan.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *