Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed diyar kir kanaleke vekirî ya bi Tirkiyê re heye û ew danûstandinan dikin.
Derbarê hevdîtinên bi Şamê re jî anî ziman, entegrasyona saziyên sivîl û leşkerî yên li herêmê yek ji mijarên giran ên niqaşê bûn.
Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed derbarê danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê û têkiliyên bi dewleta Tirk re ji BBC re axivî.
Bi Tirkiyê re em danûstandinan dikin, kanaleke vekirî heye
Îlham Ehmed diyar kir ew raste rast bi Tirkiyê re di nava danûstandinan de ne û da zanîn pêwîstî bi diyaloga zêde û kordînasyonê heye.
Îlham Ehmed dibêje, “Bi Tirkiyê re kanaleke me ya vekirî heye û em danûstandinan dikin. Em mijarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pirsgirêka Kurd, çareseriya siyasî ya li Sûriyê û mijarên din ên têkildarî Tirkiyê niqaş dikin.”
Derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li Sûriyê û êrişên ku demên derbasbuyî pêk anîn jî Îlham Ehmed got,
“Rewşa niha em erênî dibînin. Lê ji bo bawerî dayîna hev hê gavên ku bên avêtin hene. Derbarê hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê pirsgirêk hene. Ji bo ev pirsgirêk û mijarên derbarê ewlekariyê de bên çareserkirin hê zêde pêdîviya me bi diyalog û kordînasyonê heye.”
Îlham Ehmed: Ne çek danîn, em behsa entegrasyonê dikin
Îlham Ehmed derbarê mijara çek danîna YPG’ê û QSD’ê de ku dewleta Tirk di çarçoveya pêvajoya aştiyê de dikin rojevê de jî got,
“Bi rastî jî rewşa li Sûriyê cuda ye. Taybetmendiyeke me ya cuda di nava civaka Sûriyê de heye. Rewşeke taybet ya têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê heye. Hebûna van koman û gef hê dewam dike. Ji ber vê, li Sûriyê ji pêvajoyeke çek danînê wêdetir em qala pêvajoya entegrasyonê dikin.”
Îlham Ehmed: Li Sûriyê pirsgirêka ewlekariyê heye
Îlham Ehmed destnîşan kir li Sûriyê hê jî pirsgirêka ewlekariyê heye û got,
“Sûriye hê jî xwedî destûreke mayînde nîne. Rewşa ewlekariyê bi aloz e. Ji ber vê sedemê, ji bo aramî û ewlehiya tevahiya xaka Sûriyê, QSD dikare bibe beşeke xurt ya artêşa Sûriyê û bi roleke xurt rabe.”
Îlham Ehmed: Danûstandinên bi Şamê re wê dewam dikin
Li ser hevdîtina 9’ê Tîrmehê ya li Şamê ku di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û Hikumeta Veguhêz de pêk hat, jî Îlham Ehmed diyar kir wê ev hevdîtin dewam bikin û wiha got,
“Di hevdîtinê de entegrasyona saziyên sivîl û leşkerî yên li herêmê yek ji mijarên giran ên niqaşê bûn.
Ji her du aliyan jî îşaretên erênî hene. Di mijarên netewî ên mîna yekbûna dewletê û yekîtiya Sûriyê de nêrîn hevpar e. Lê ji bo encam bê girtin mijarên din ên ku li ser bê niqaşkirin hene.”
Îlham Ehmed: Em di çarçoveya rêveberiyên herêmî de ne-navendîbûnê dixwazin
Derbarê modela entegrasyonê de jî Îlham Ehmed diyar kir di danûstandinan de mijara herî zehmet ya niqaşê bû û got,
“Armanceke me ya ji derveyî çarçoveya dewletê, li qada leşkerî û îdarî avakirina saziyên alternatîf tune ye.
Ya girîng ew e ku li Sûriyê modeleke demokrasiyê a ku mafê jinan û pêkhateyên din ên civakê misoger dike, bê parastin. Divê li Sûriyê destûreke ku mafê hemû gelan nas dike bê avakirin.”
Herî dawiyê Îlham Ehmed diyar kir ew di çarçoveya rêveberiyên herêmî de pergaleke ne navendî dixwazin ku nûnertiya herkesî bike.
Qendîlprêss