Piştî êrişa Îsraîl ya li ser Îranê, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî peyamek belav kir û ji Îsraîlê re got; “Divê li benda cezayek tund be.”
Artêşa Îsraîlê di saetên sibehê de, êrişek berfireh bir ser Îranê kir ku piraniya wan êrişan li ser navenda Tahranê debû.
Di encama wan êrişan de gelek fermandar û zanayên atomî hatine kuştin.
Piştî êrişan Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî peyamek belav kir û tê de diyar ku Îsraîl bi van kuştinan çarenûsek tal û tarî ji xwere amadekiriye û bê guman wê ev çêbibe û wiha got : “Em ê bi rêya hêza çekdarî ya xwe rê nedin Îsraîl ji cezayan rizgar bibe.”
Abdulfazil Şakarcî: Hêzên me yên çekdarî di amadebaşiyê dene
Her wiha berdevkê Artêşa Îranê Abdulfazil Şakarcî jî da zanîn ku wê Îsraîl û Emerîka bedelek giran ya vê êrişê bidin û bila li benda bersiveke tun bin û wiha domand :
“Hêzên me yên çekdarî di amadebaşiyê dene.”
Qendîlprêss