Hêzên Îsraîlê barbanga vê sibehê derdora Koşka Serokatiyê ya li Şamê bomebaran kir û ragihand ku dê nehêlin hêzên desthilata Şamê li başûrê Sûriyeyê bi cih bibin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di postekê de ku li ser X’ weşandiye ragihand ku “Balafirên şer derdora Koşka Ehmed Hisên El Şera bombebaran kir.”
Piştî bombebaranê ku barbanga îro hatibû kirin, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, Îsraîlê li nêzî qesra serokatiyê ya li Şamê êrişî hedefekê kiriye. Netanyahu anî ziman ku dê Durziyan biparêze.
Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê Îsraîl Israel Katz di daxuyaniyek hevbeş de got: ” Îsraîlê li nêzîkî Qesra serokatiyê ya li Şamê êrişeke hewayî kiriye. Em ê nehêlin ku hêzên (Sûrî) li başûrê Şamê bi cih bibin an jî gefê li Durzuyan bixwin.”
Desthilata Şamê der barê êrişê de tu daxuyanî nedaye.
Di 3 rojên dawîn de li gundewarên Şamê, bajarê Siwêda û gundewarê wê bi taybetî li herêmên ku Durzî lê dimînin, şer di navbera çekdarên xwecih û hêzên desthilata Şamê de qewimî. Di encamê de zêdetirî 75 kes hatin kuştin.
Qendîlprêss