Rayedarekî Îsraîlê: Em naxwazin Tirkiye li ser sînorê me be

rayedarekî Îsraîlê ragihand ku Îsraîl naxwaze li Sûriyeyê bi dewleta Tirk re bikeve nava şer û naxwaze Tirkiyê li ser sînorê xwe bibînin.

Piştî zêdebûna aloziya di navbera Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker de û êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî baregehên leşkerî li Sûriyeyê, rayedarekî payebilind ê Îsraîlê gotî, “Îsraîl naxwaze li Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re şer bike, her wiha naxwaze ew li ser sînorê Îsraîlê be.”

Li gorî Reuters’ê rayedar ji rojnamevanan re diyar kir ku ew naxwazin bi Tirkiyeyê re bikevin nava şerekî û hêvî kir ku Tirkiye jî vê yekê nexwaze. Her wiha diyar kir ku ew naxwazin Tirkiye li ser sînorê wan bi cih bibe û ew ê tevahî rêbazan ji bo vê yekê pêk bînin.

Fîdan piştî civîna wezîrên karên derve yên dewletên NATO’yê ku li Brukselê pêk hatibû, ji ajansa Rueters’ê re gotibû ku ew jî naxwazin li Sûriyeyê bi Îsraîlê re şer bikin, lê kiryarên Îsraîlê rê li ber bêaramiya herêmê vedikin.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *