Desthilata Şamê Hikumeta xwe ya nû raghandin .
Piştî çend mehan ji ketina Rêjîma Bees ya bi serokatiya Beşar El-Esed ev yek pêk tê.
Piştî gelek gavan yek ji wan lidarxistina kongreya bi navê Kongireya Niştîmanî.
Piştre eşkerekirina danazana Destûrî , îcar niha bi fermî Hikumeta xwe ya nû raghandin.
Hikûmeta nû ya Sûriyê hat ragihandin û Ehmed Şer, hem serok e hem jî serokwezîr e.
Li gorî agahiyan , kabîneya nû ya Sûriyê ji 22 wezaretan pêk tê û Ehmed Şer dê hem serok e hem jî serokwezîr be.
Du wezîrên niha yên hikûmeta demkî li ser kar dimînin ku ew jî Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî ne.
Kabineya nû ya Sûriyê wiha ye:
Wezîrê Karên Hundir Enas Hattab.
Wezîrê Aboriyê Nîdal Şaar
Wezareta Rewşa Awarte û Rêvebiriya Afetê Raed El-Saleh
Wezîra Karûbarên Civakî Hind Qebwat
Wezîrê Xwendina Bilind Merwan El-Helebî
Wezîrê Veguhestinê Abdul Selam Heikal
Wezîrê Karên Derve Eshed Şeybanî
Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra
Wezîrê Ragihandinê Hemza Mustefa El-Ehmed
Wezîrê Rewşenbîrî Mihemed El Salih
Wezîra Tenduristiyê Musab El Elî
Wezîrê Çandiniyê Amjad Badr
Wezîrê Edaletê Mezher Elweys
Wezîrê Darayî Mihemed Yisir
Di raghandina vê Hikumetê de Serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerii got:
“Em niha dibin şahidê zayîna qonaxeke nû di dîroka xwe de.”
Qendîlprêss