Piştî agirbestê cara yekê Îsraîlê êrişî taxên başûrê Beyrûtê kir

Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê îro ragihand ku Israîlî li ser taxên başûrê Beyrûtê êrişeke asmanî pêk anî. ev yekem car e ji dema ku agirbest dest pê kiriye êrişeke wiha pêk tê. Ajansê diyar kir ku êriş li dijî taxa Hedath a qelebalix a li li başûrê Beyrûtê pêk hatin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê ragihand ku, ji dema agirbesta 27ê Mijdarê ve, cara yekê ye Îsraîlê îro êrişeke asmanî li ser taxên başûrê Beyrûtê pêk anî.

Ajansê ragihand ku “Balafirên şer ên Îsraîlî taxa Hedesê ya qelebalix li başûrê Beyrûtê bombebaran kirin”. Li taxê piştî ku artêşa Israîlî fermana valakirina taxê da, dibistan hatin girtin.

Ji ber êrişan gelek welatî hewl didin ji taxê birevin û rêyên trafîkê asê bûn.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *