Li bajarê Laziqiyê yê perava Sûriyeyê teqîneke mezin çêbû, di encamê de kuştî û birîndar hene, her wiha avahiyeke ji 4 qatan jî hilweşiya.
Dezgehên çapemeniyê yên xwecihî ragihand ku li bajarê Laziqiyê yê perava Sûriyeyê teqîneke mezin çêbû, di encamê de avahiyeke ji 4 qatan hilweşiya.
Her wiha hat diyarkirin ku li gorî agahiyên destpêkê, teqîn li taxa El Remil a li başûrê Laziqiyê çêbû, di encamê de kuştî û birîndar hene û hin kes di bin kavilan de mane.
Li gorî hin çavkaniyan jî, ev teqîn ji ber moşeka ku li hundirê avahiyê di”dikana bermahiyan” hatibû depokirin, pêk hatiye.
Qendîlprêss