Salih Muslim Derbarê lidarxistina “Kongreya Diyaloga Niştimanî” û geşedanên dawî li Sûriyê û banga Abdullah Ocalan axivî

Derbarê lidarxistina “Kongreya Diyaloga Niştimanî” û geşedanên dawî li Sûriyê Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim axivî û destnîşan kir ku gotin û kirinên desthiladariya Şamê hev nagirin, em li bendê ne ku piştî banga rêber Abdullah Ocalan li herêmê pêvajoyeke nû dest pê bike.” Di sala 2011’an de Şerê li Sûriyê dest pê kir û piştî Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) di Mijdara 2024’an de rejîma Baas hilweşand û Sûrî ber bi qonaxeke cuda ve çû.

Colanî ev yek kir fersend û xwe weke serokkomarê rêveberiya demkî ragihandin.

Li hêla din Durziyan bi daxwaza xweseriyê Meclisa Leşkerî ya Suweydayê ragihandin.

Desthiladariya Şamê duh “Kongreya Diyaloga Niştimanî” li dar xist.

Rêveberiya Xweser jî diyar kir ku kongreya hatiye li darxistin nûnertiya gelên Sûriyê nake.

Derbarê van mijaran de, Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ajansa Mezebotamya re nirxandin kir.

Salih Muslim destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergaleke ku hemû gel û bawerî tê de tên temsîlkirin hatiye avakirin û got:

Ev pergala me bi xweşiya gelek netewe dewletan neçû.

Rejîma Baas li dijî vê sekinî. Rejîm hilweşiya û rejîmeke nû hat. Kesên di vê rejîmê de cih digirin jî komên cîhadperest in.

Salih Muslim: Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê didomîne

Her wiha Salih Muslim anî ziman ku piştî hilweşîna rêjîma Baas, êrişên ser ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî nebûne û wiha anî ziman:

Êrişên ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê didomin. Hewl didin derbasî aliyê rojhilatê Firatê bibin. Ev yek ji bo Kobanê xetere ye.

Me got ku li Şamê kî dibe bila bibe em amade ne pê re lihev bikin.

Me bi rejîma berê re jî çend hevdîtin kirin.

Bi taybet jî di mijara firotina berhemên petrolê de. Petrol, a gelên Sûriyê ye. Ev ne geşedaneke nû ye lê pêşketineke erênî ye.

Salih Muslim: Gotin û kirinên desthiladariya Şamê ji hev dûr in

Salih Muslim anî ziman ku ji bo “Kongreya Diyaloga Niştimanî” ya li Şamê nehatine vexwendin û wiha got:

Tu kes nehate vexwendin. Bermahiyên komên DAIŞ û El Nusrayê yên me di demên berê de pê re şer kiribûn jî hebûn.

Nûnerên partiyên siyasî yên nûnertiya gel dikin nehatin vexwendin. Dibêjin ’em bangî siyasiyan nakin’ lê wisa nîne, ev hincet e.

Dibêjin ‘pêvajoya diyalogê ya herkesî digire navxwe’ lê ev gotin ji pratîkê dûr e.

Salih Muslim: Em piştgiriyê didin xelkê Suweydayê

Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bal kişand ser têkiliyên wan ên bi Meclisa Leşkerî ya Suweydayê re û dibêje:

Em piştgiriyê didin xelkê Suweydayê.

Divê mirov ji demokrasiya radîkal bibawer be.

Hêvîdarim li cihên cuda jî di çarçoveya xweparastinê de heman avadanî derkevin holê.

Salih Muslim: Bangên Rêber Apo ji bo geşedanên li herêmê gaveke girînge

Di dawiyê de Salih Muslim bi lêv kir ku peyama tê payin Rêber Abdullah Ocalan bide dê bandorê li geşedanên li herêmê bike.

تلاش دوباره

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon şirîktî ye bi zorê nabe

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku entegrasyon şirîktî ye û got: “Di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *