Hevpeyvînek taybet bi hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat, birêz Salih Muslim re, û axaftinek li ser rola Partiya Yekîtiya Demokrat li bakur û rojhilatê Sûriyê ”Rojava” û diyaloga kurdî – kurdî û gotûbêjkirina bi aliyên sûrî re…
Qendîl press: Cenabê wek hevseroka berê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), em dixwazin ku hûn serkeftinên ku we di dema erk û berpirsyarên xwe yên ku di partiyê de bi dest xistine, ji me re xwe rave bikin?
Salih Muslim: Em hevserokê PYD’ ê bûn niha jî em endamê mecilisê ne, endamê konseyê serokatiyê ne ya PYD’ ê, lê di partiyek siyasî de bi taybet partiyek wek PYD’ ê destpêkê de meselê ferediayta tune ye her tu nikarî bêje filan seroke, ev tişta ye jî bi tevahî karekî bi hev re ye, tiştên aniha ku partî kirî ji bo me hemiyan e, ne male Kesayetkî ye kî serok be bila be Partî xwerakireye.
Partî xebatek kirye ya ji ber wê wek, hevserokê PYD’ ê yan jî hetanî xebatkarekî PYD’ê van tiştên ku niha dibêjim ew jî wiha bibêjin. Partiya me ji roja ku çêbûyî derfet hebûn ango derfet karê siyasî Wê çaxê avakirna partî gerek bû di Rojavayê Kurdistanê de potansiyek jî hebû potansîlên gel hebûn, me dixwest em wê potansîlê birêxistin bikin di encamê de PYD’ ê bi me re derket.
PYD’ê ji roja derketiye heta niha karê partiyek siyasî çi ye? Bi rêxtinkirina gel e, hişiyarkirina gel e, dikare mêjiyê gel biguhere, têghiştinên gel, bîr û baweriyên gel û welatparêzî pê re çêbike, ew jî bi armaceke xwe armanc jê jî ew e azad bi xwe ye, mafê dîmuqratîk reli ser wê bingihê xebatên PYD’ ê hatin kirin.
Em texmîn dikin jî gelek tişt PYD’ê kirin ew tiştên ku kirin jî ne tenê ji aliyê kesekî ve ye ji partiyê bi giştî ye. Ezmûna yekemîn a serhildana Qamişlo bû wê demê PYD’ê bi suc dar hat dîtin ango mesele bi giştî kirine destê PYD’ê de, PYD’ê di wê pêvajoyê de karibu derketa tevi ku şehîdê xwe jî çêbûn.
Di 2004′ an de hem şehîdê xwe çêbûn hem jî girtin çêbû bi hezaran andam û alîgirên PYD’ê hatin girtin û dîsa riya xwe berdewam kir. Pêşketin doza xwe berneda hetanî 2011′ an ku li Sûriyê giştî şoreş çêbû, bûyerên Sûriyê bûn wê demê dîsa pêşengî kirn hetanî îro tiştên ku çêbûyî vane PYD’ê pêşengî jê re kirin.
Pêşengê gelê xwe bû di demên tora hesas de, ji serhildana Qamişlo ve bigire hetanî ragihandina şoreşa Rojava 19′ ê Tîrmehê 2012’an de. Her tim PYD’ê pêşengî dikir pê re jî saziyên me hetanî niha ji endamên xwe gelik ji wan yên ku pêşengiyê dikin di saziyan de hemî bîr û baweriyên PYD’ê ne.
Bi giştî ji bo PYD’ê têne qeydkirin, nebûnek jî çêkir mîna sîstema hevserokatiyê, mafê jinê. PYD’ê di 2005′ an de yekîtiya Star çêkir, yekîtiya Star her ku diçû bo rêxistinek jinê pê re bû, niha jî kongira star çêbûye. Evane bi giştî di encamê vê xebatê hatî kirin, encamên tevî hatin kirin pêşengên van xebatan PYD’ê bu.
Ji aliyê rêxistinkirina civak, jin û beşê ciwanan dibe. PYD’ê rolek pêşengî lîstiye û heta niha jî vê rolê dilîze. Ji bo wê bi giştî ya kesekî yan hevserokekî ye ne ya demekê ye. Pêvajoyeke ev pêvajo jî damizirandina PYD’ê de heta roja îro berdewam dike.
Qendîl press: Gelek çavdêrên geşedanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di wê baweriyê de ne ku Partiya Yekîtiya Demokratîk hêza herî bihêz e ku di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kar dike. Partiya we di qada siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çi rol dilîze?
Salih Muslim: PYD’ê wek me anî ziman pêşengî ji gel re vekir gelê Rojava re, gel bi rêxistin kir tiştên kû niha li Rojava avakir, ta bi şoreşa Rojava ku çêbûyî di 19’ê Tîrmeha 2012′ an de, bû pêşeng ji Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi tevahî re, yanî rêveberiya xweser çêbûye. Dixwaze bere TEV-DEM bê, yan saziyên hatî avakirin bi giştî ew bîr baweriyên PYD’ê bûn.
PYD’ê bû van tiştana kirin endamên xwe. Em di partiye de bûn û em pê re bûn alîkar, ji bo wê yekê me wek PYD’ê em xwe wek dayika zarok hesab dikin, ango em bêjin rêveberiya xweser zarokeke diya xwe bi kiye. Bi diya xwe PYD’ê ye bi xwedî kir çêkir hetanî îro, heta îro jî tê de dimeşîne.
Ji ber wê rast e hem partiya sereke ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û hem jî xwedî mesele û proje ye. Ji ber wê em vê projê bi fikira xwe hesab dikin lê wek proje pêk û pêk hat bû, malê milet hemiyan bû. Ne tenê mala partiyekê ye, ji ber tiştên li cem me li PYD’ê heye ku em li ser disekinin.
Em ne partiyek desthilatdarin em mulkiyetê bixwazin, yan bixwazin ji xwe re çêbikin. Erê em pêşengiyê dikin lê hema mulkiyet jî ya gel e. Xwedî proje ya gel mîna dema ku tu malekê avadike, ew kesên ku dikevine malê ew biryarên xwe didin, ew dixwazin xwe birêve bibin. PYD’ê jî yek ji wan e ye.
Îro nizanim çend partî hene lê PYD’ê ya mezin e û xwedî proje ye. Lê mal û saziyên ku çêbûyî yên her kesî ne, her kes tê de ye. PYD’ê jî heta niha bi rola xwe dilîze. Bêguman ango mijarên ji aliyê siyasetê yên ku tên meşandin de jî ya me ye.
Berî teva PYD’ê ye, me behsê rîçîsisyan “xeta siyem” kir. Em xwedî vê fikirê bûn. Me meşand ew jî niha delîleke ku bû tiştek raste, ango tiştekî istratîcîke bû. Heta niha jî em pêve girêdayî ne. Dixwaze bere rêveberî be, yan bi saziyên me bin, yên parastinê re.
Hîn PYD’ê belekî di destpêkê de di 2004′ an de ciwanên me yekîneyên xwe veşartî çêkirin, yên parastinên gel tê de. Hetanî piştî şoreşa Rojava ew bûne YPG’ê. Ew kesan e, hetanî îro jî hemî di bin siya hêzên Sûriya dîmuqratîk de ne.
Ango PYD’ê di destpêkê de çûn herke ku çû jî ser asase parastina mafê rewa. Ji ber wê yekê PYD’ê hêza mezin e ya siyasî heta niha jî siyastên kurdan û hundir dimeşîne. Ango ev siyastên PYD’ê ji ber wê em dibêjin PYD’ê partiyek siyasî û erekdare xwedî proje, fikir û stratîcî ye.
Her wiha sal bi sal xwe nû dike. Mîna berî heftîkê me kongira xwe ya dehe mîn çêkir. Her kongirek jî nemûnekê bi xwe re tîne. Hem ji aliyê rêxistinê ve hem jî ji aliyê rêziknamê, programên siyasî de. Ango gorî karê siyasî xwe diguhere, li pêşdikeve. Ew jî carinan li gorî demê hin guhertinên xwe çêdike. Ji ber wê heta niha jî partî pêşeng e.”
Qendîl press: Birêz Mazlûm Ebdî vê dawiyê ragihand ku îhtîmala destpêkirina diyaloga Kurd-Kurdî gelo ev diyalog dest pê kirine? Hêviyên we ji pêvajoya van diyalogan çi ne?
Salih Muslim: Hevalê Mezlûm Ebdê bixwe ew jî û aliyê Emrîkî bi hev re alîkarbûn wan dixwest yekrêziya Kurdan çêbibe. Ji ber wê ji destpêkê de ji du salan berê de tim vê kedê dikin, dixwazin nêzîkî hevdû bikin. Û dîsa jî hem ême yê PYNK ê partiyên welatparêzê ew e, rêveberê û ENKS’ê, em tînin ser ziman em amade ne.
Lê yê ku astengiyê derdixin yan naxwazin pêkevin ew jî yên ENKS’ê ne, ENKS’ê jî ji ber bikarînên xwe ji derve distînin, bi derve ve girêdayî pişta xwe daye. Ji derve pişta xwe nedaye gel, ji ber wê zor û zehmetî hene. Heta niha jî ne zelal e çi dixwazin, yanî geh dibêje em dixwazin hêzên me yî leşkerî cuda hebin, geh jî dibêjin serî % 55 bikin.
55 jî ne mulkê kesê ku bi te re parve dike, mijarê leşkerî jî kesek yekî tenê bi aqil dernakeve. Nabe ber di hundirê welat de hêzên leşkerî hebin ji ber em dibînin welatê ku hêzên leşkerî tê de pir bin şerê navxweyî derdikeve.
Başûr jî ji me re waneyek gelek mezin e. Ji be vê mijarê tiştekî me’aqûl nabêjin wek din ji bo beşdarbûna rêveberiyê yan jî parastinê re bi rêveberiya xweser re çebikin. Em amade ne.
Niha di vê demê de dîsa bangewazî ji aliyê hevalê Mezlûm de jî çêbûye. Ji aliyê Emerîkiyan jî çêbû ye. Lê heta niha yên ENKS’ê ne amade ne ji bo vê diyalogê. Di demên pêş me de em wek PYNK’ e amade ne. Anîha jî îro amadeyên lê li wir ser wan û xwestekên wan dimîne. Em jî li bendê ne, destê meyî hevrêzî û hevkariyê dirêjkirî ye.
Qendîl press: Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, vê rêveberiyê banga çareseriya pirsgirêka Sûriyê bi rêyên demokratîk û diyalogê bi hikûmeta navendî re dike. Em dixwazin bizanin, rewşa diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta navendî ya Sûriyê de çawa ye? Hûn pêşeroja van diyalogan çawa dibînin?
Salih Muslim: Ji dema ku PYD’ê çêbûyî ye, em partiya kurdên Sûriyayê bûn. Pê re me kurdî jê derxist, kesine din jî tevlî bûn. Niha navê wê partiya yekîtiya dîmuqrat e. Em nabê kurdî û Kurdistanî, ji ber me rê ji pêkhateyên din re jî vekir. Niha jî gelek ereb û kesên din jî tevlî bûne, ango partiyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyayê.
Çi pêkhateyên heyî tê de peşdar bûne, partî bi vî awayî ye. Ji ber wê jî dibêjin ku partiyek Sûriyê ye, çareseriyek ji projên Sûriyayê dixwaze. Wê demê divê diyalogên
bi Sûriyayê re hebin. Dixwaze bere rêjîm be, yan kê bin jê re vekirî be. Ê destê me jî dirêjkiriye.
Lê pirsgirêk ji aliyê din de jî hene. Ango rêjîm heta niha mejiyê xwe neguheriye û hene rekberê rêjîmê yên ku xwe kirine hembêzê Tirkiyayê. Ew jî qebûl nakin hebûna kurdan. Qebûl nakin ji
ber wê yekê ger hebûnê te qebûl nekin, wê çawa bi te re pirsgirêkan çareser bikin?
Ji ber wê yekê heta niha tiştek ku pêşketiye tune ye. Niha jî yê ku li vê çareseriyê digere ne tenê PYD’ê ye. PYD’ê jî beşek ji rêveberiya xweser e yên ku bi rêjîmê re danûstandin. Niha rêvberiya xweser bi xwe ye, beşên wan yê têkiliyan hene.
Awane çûn hatin, bi hela Rûsiyayê bû wek win zanin çûna “Himêmîm” baregeha sereke Rûsiyayê. Lê heta niha negihiştine tu encamê, ji ber bi mejiyê xwe nehatine guhertin. Lê li gorî ku dibînin tu riyên din tune ne, ango riyek tenê heye. Sûrîya nikare vegere beriya 2011’an.
Ji ber encamên yên beruya 2011’an, em dibînin ku xirabûna Sûriyê bi xwe anîn. Bi 100 hezaran kuştî hene, bi melyonan koçber hene, xirabkirina welat tê de heye. Di vê encamê de sîstema berê ya 2011’an e.
Di hizirê rêjîmê wan de ku wê vegere beriya 2011’an de, lê tu kes qebûl nake. Milet bi çi rengî be qebûl nake. Rêveberiya xweser jî qebûl nake. Divê guhertin çêbibe. Ji bo vê guhertinê jî heta niha rêjîm qebûl nake bi vî awî.
Lê riyek tenê heye, riya ku diyalogek pêk were û guhertinek çêbibe. Ew guhertin jî mijarên azadiyê, rûmetê gelan e. Pêkhatiyên ji Sûriyayê ne. Ev rê tenê heye, tu riyên din tune ne. Projek me heye, jê bihtir tu projê me tune ne.
Yên kesên Islamî heta niha dixwazin vegerin xîlafetê, ev ne mumkîne. Rêjîm jî dixwaze vegere beriya 2011’an, ew jî ne mumkîne. Pêdivî bi Sûriyek nû em avabikin. Lê Sûriyaya ku bê avakirin, divê her kes tê de beşdar bibe. Tu nikarî tu kesî ji derve bihêle.
Çi bi fikrê xwe, çi bi îmana xwe, divê lihevhatinek çêbibe. Em amade ne ji bo vê lihevhatinê. Li aliyê din jî ku bawerî pêre cêbûn bi hev re rûnin. Dema lihevatin çêbibe, wê pirsgirêk jî çareser bibe. Te rê jê bêhtir nina.
Qendîl press: Wek hûn jî dizanin herêm ber bi qeyraneke herêmî ve diçe. Weke sîyasetmedarekî Kurd, li ser helwest û siyaseta ku divê were meşandin, şîreta we ji siyasetmedar û partîyên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê re çiye?
Salih Muslim: Ji bo siyastmedar û hêzên kurdî divê zanibin sîstemên ku hatine dayîn têkiliyên bi dewletê re. Erê û na di piştî şerê cîhanê yê yekemîn de, emperatorî hat hilweşandin, dewletnetew çêbûn. Van dewletnetewan jî li hev nekirin şerê cîhanê yê duyemîn derket.
Şerê cîhanê yê duyemîn di encamê wê de mijarên sosiyalîzê çêbûn, a din jî ya kaptlaîzim çêbûn. Ango diniyake du beşan çêbû. Ew jî gihişte astekê ew jî xirabû. Di 1990’î û şûn de diniyake bi beşekî çêbû. Îro tiştê em dibînin di Rojhilata Navîn de, di der û berê din dibe şerê cîhanê yê siyemîn e.
Her kes dibêje belkî ne wek şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn e, ew e ji ber dewlet bi giştî bûn. Ji ber asteke din jî ku dewlet bikevin gelik dewletan newewî hene. Ango li vê dinê tevî rakin, ji ber wê ew şereki ewrupa nabe. Lê şerê ku tê meşandin şerê cîhanê yê siyemîn e, bi taybetî di Rojhilata Navîn de.
Çawe şerê cîhanê yê yekemîn sîstem hate guhertin, tiştina nû çêbûn. Şerê cîhanê yê duyemîn dîsa sîstem hate guhertin, rêxistinek nû ji cîhanê re çêbû. Şerê cîhanê yê siyemîn jî piştî wê sîstemek nû wê bê avakirin. Niha ew sîstemên nû jî karê me yê Rojhilata Navîn e.
Rojhilata Navîn ya gewre yan jî Rojhilata Navîn ya dîmuqratîk bê avakirin. Divê sînor jî bên guhertin, dewlet jî bên guhertin. Dibê hinek bên û hinek herin, lê tişta girîng ku dîmuqratîk bi serkeve divê em jê re amade bin.
Ev demên ku em têre derbas dibin, tê re derbasdibin. Kîjan hêza rêxistinkirî û bi hêz be? Kîjan hêza parastina xwe ya rewa xurt bike û xwe biparêze? Ew dibe ser lingan bisekinê. Em jî wek kurd em dixwazin mafekî bi dest xwe bixin.
Dîmuqrasiyê çêbikin pêşengê bikin. Wê demê divê hevrêziyeke me hebe, em hemî bi hev re bin. Em hêzek bin ji bo ku em jî di sîstema nû de cihê xwe bigirin, ne ku em aciz bibin. Em nekarin bikin û ku her kesek me ji xwe re bi kar bîne, me û bi me bilîze.
Wê demê çawa em piştî şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn jê bê par derkevin, em ê ji ya siyemîn jî bê par derkevin. Ez hêvî dikim ku çi hêzên me, partiyên me, û çi kesayetên me yên kurdî hene, ku win xweşik bi hizirin.
Ji bo me jî hebûn û tune bûne, belkî di demên berê de sîstemên ku hatine avakirin nikaribin ku me tune bikirin. Bêguman em li ser xwe man hetanî îro lê di vî şerê niha de û pêşketinên tîknolojî bawer bike ku em hev du negirin û tiştekî ji bo xwe çênekin. Wê demê bi yek car wê bi dawî bibe.
Em ê tune bibin, lê ji ber wê derfetên ku em tê re derbas dibin ji bo gelê kurd pir girîng e. Divê em hevdû bigirin û yekrêziya me hebe da ku em karibin cihê xwe di dîrokê de çêbikin li ser welatê xwe. Her wiha em karibin bi rûmeta xwe jiyan bikin. Wisa ji me tê xwestin û ev şîreta ku ez dikarim bikim.
Qendîlprêss