Hevpeyvîna bê rol û bandora sîstema rêveberiya xweser li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dinirxîne û pêkanîna vê sîstemê li herêmên din ên Sûriyê dinirxîne. Herwiha guhertinên mafên jinan di van waran de ji damezrandina rêveberiya xweser heta niha û danberheva wê bi rewşa berê mijarên din ên sereke yên vê axaftinê ne. Di vî warî de dê kêşe û îmkanên li ser rêya yekgirtin û geşepêdana vê sîstemê û destkeftên wê jî bên çareserkirin.
Gelo ezmûna Rêveberiya Xweser di birêvebirina herêmên di bin destê wê de dikare ji bo herêmên din ên Sûriyê bibe nimûne?
Çi sîstem be dema ku berî ava bibe hin pirsgirêk hene ger li ber çavan derbas nekiribe nikare bibe bersiv. Ji bo wê jî pirsgirêkên aniha di Rojhilata Navîn giştî de em dikarin bêjin, ne tenê Sûrî ji ber ku Sûrî jî parçek ji Rojhilata Navîn e, pirsgirêkên hene pirsgirêkên netewperestî ne, pirsgirêkên olperstî ne, zayendperstî ne.
Ji bo yî dema ku sîstem berî ku bê avakirin, van pirsgirêkan ango ji kok esas dernex ber çavan aliyê îdiyolojî çareseriyek serkeftî ji bo van pirsgirêkan nebînin ez bawerim wê ev sîstem bisernekeve. Ji bo wê jî ji destpêka şoreşa rojava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi avakirina rêveberiya xweser di 2014′ an de, piştî avakirina sîstem bi navê TEV-DEM, yanî ev tiştane ber çav hatin derbaskirin yanî aliyê netewperstî, olperstî, zayendperstî.
Ev tiştane ber çavan derbaskirin ji bo wê jî rêveberiya xweser hemû pêkhatiyan dihewîne, hemû olan, meclisên heyî ji komînê destpêdike heta asta meşfa gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê. Jin ne tenê cihê xwe tê de girtiye, yanî nîv bi nîv em dikarin bêjin yekîtiya di navbera her du zayendan de ji bo wê em dikarin bêjin aliyê olî hemû îro di rêveberiya xweser de cihê xwe digirin.
Hemû netew netewên ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dikin cihê xwe di rêveberiya xweser de digirin. Yanî em dikarin bêjin ev sîstemên din pirsgirêkên ku bi rojana li Rojhilata Navîn de dike gel li beramberî wê zehmetiyan û êşan dikşîne ev pirsgirêkin. Yaní projên hene jî ya sîstemên di Rojhilata Navîn de jî ku netew dewlet di Rojhilata Navîn de êdî wek çandên heyî pir rengî, pir dengî heye di Rojhilata Navîn de.
Ev sîstem berovajî heqîqet û rastiyê ye û çanda civaka Rojhilata Navîn ne. Sîstemên netew dewlet ango inkar kirine ji bo yî netewan, aloziyên hene kurtir kirin û pirsgirêkên hene bihtir kirin, nexweşiyên hene zêdetir kirin. Sîstemên netew dewlet zatin ne civak bi nerîna xwe ye, civak li gor heqîqeta xwe avakiriye sîstemek ji derve hatiye li gor berjewendiyên xwe sîstemek li vir avakirine.
Ne li gor heqîqeta civakê ye ji bo wê em dikarin bêjin sîstemên netew dewlet, sîstem ne li gor heqîqeta gel, ne li gorî rastî, dîrok û bedena wê ye. Yanî wek cilek teng û lê hat kirinê, ji ber vê yekê rojane pirsgirêk zêdetir dibe, qediyên ku hene zêdetir dibin û aloziyên ku aniha em jiyan dikin, şer û pevçûnên ku em niha jiyan dikin encama sîstemên heyî ye bi taybet jî netew dewlet.
Divê aloziyê de dema em bixwazin pirsgirêkekê tehlîl bikin, yan em bêjin ev proje yan ev sîstem çima nebû bersiv. Ji ber ku ev çar meselên hene yan pirsgirêkên ku me gotin li ber çavan derbas nekirine ji bo wê jî sîstema rêveberiya xweser ji ber ku ev tişt ber bi çav derbas kirin di ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hatiye avakirin, hatiye pêkanîn em dikarin bêjin hêdî hêdî ev pirsgirêkên hane çareser dibin.
Ji ber ku bi sedên salan ev sîstem hatiye avakirin sîstemên netew dewlet, di aliyê zihnî hinek zehmetî hene lê wek proje em dikarin bêjin dikare bibe nemûzic dikare bibe nimûne ji bo herêmên di Sûriyê de yanî li ser asta Sûriyayê jî em dikarin bêjin. Ji ber vê ev proje gel xwe birêve dibe, gel dibe xwedî îrade, xwe birêxistin dike, zane dibe.
Sîstemên heyî ne li gorî wan dimeşand. Yanî hin kesayet malbat ev desthilatdarî li ser civaka Sûriyayê dikir ji bo yî li gor xwe û berjewendiyên xwe civak birêve dibir. Lawazbûyîn her çiqasî di nav civakê de hebe wê xurt bibe, nezanebûn, feqîrtî, zîra’et, pirsgirêk, çiqasî di nav civakê de xurt bike van tiştane di encamêde ew ê xurt bibin.
Ji bo wê jî her û her civakek bê îrade avakirine, civakek dûrî heqîqet û cewherê xwe di heman demê de civakek nezane. Civakek bihtir tenê di aliyê jiyanî de xwe berdewam bike, civak bi vî rengî avakirin, sîstemên bi vî rengî li gor heqîqeta civakê. Civak divê bibe xwedî îrade, xwedî nerîn, xwe bi xwe, xwe birêvebir bibe, xwe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike pêdeviyên xwe yî madî û me’inewî pêk bîne.
Ji bo wê jî ev proje her kes xwe tê de dît, wek tiştekî lê digeriya û êdî heqîqeta xwe di vê rêveberiyê de dît. Tevî êrîşên hene, pirsgirêkên hene, dorpêckirina ku heye wek aniha yên Bakur û Rojhilatê jiyan dikin bi rojane kumplo, êrîşên dewleta Tirkiyayê bi taybet, pilanên ku ew û rêjîm bi hev re datînin, Îran li aliyekî, Rûsiya li aliyekî, Emrîka li aliyekî lê tevî hemî pilanan, hemî êrîşan, kumplo û dorpêckirinê jî lê ji 2014′ an de heya roja îro derbasî sala 11′ an bûye jî rêveberî hêdî hêdî firehtir dibe, xurtir dibe gel bawerî zêde bi wan e tevlî bûna wan bi saziyên rêveberiyê zêdetir dibe.
Her çiqasî em bêjin zehmetî, pirsgirêkên ku hene, tiştên ku derdikeve jî lê wek xalên bingehîn tiştên girîng evane em dikarin bêjin li pêş dikeve ji bo wê jî yanî me rêjîm dît heta roja îro jî bi sîstema îdiyolojiya be’is esas digire. Xwe neguhertiye li kêleka wê jî oposisyon heye heta niha ji destpêka şoreşê ku çawa şoreş rê derxistin, girêdanên wan bi dewletên ji derve re bi taybet dewleta Tirk, yên ku xwe bi Îran girtin, yên ku xwe bi Rûsiya girtin. Yanî êdî em dikarin bêjin kesayetên oposisyon yan mu’arede nemaye tenê hêvî û taybet dewletên ji derve jî dibînin. Yanî yên xwedî proje yê ku xwedî endernatîv ji bo sîstemên heyî û ji bo Sûriyê bi giştî proja rêveberiya xweser e.
Ji bo wê jî ji bo rojên pêş tu proje jî tune ne tenê em dikarin bêjin rêveberiya xweser dibe bersiv û tu proje ji bilî wê jî tune ye, projên esas yên olperestî digirin yan em bêjin aliyê sinî aliyên cuda projên bi vî rengî li pêşnakevin ji ber ku hatin cerbandin. Ne tenê di Rojhilata Navîn de di cîhanê li Ewropayê jî hatiye cerbandin êdî nebû bersiv çima? Ji ber ku di Sûriyayê de ewqas pêkhate jiyan dikin ewqas netew bûn tu nikarî olekê ser hisabê olek din inkar bike. Yan em bêjin netewek dînî esas bigirin û netewên din bê par bike, çanda wan bê inkar kirin.
Êv netew rojên bê li beramberî vê sîstemê jî derkeve ji bo wê di destpêka şoreşê de rabûye bi taybet hemû pêkhatiyên xwe di Sûriyayê de rabû çima? Ji ber ku sîstemên hene pirsgirêkên civakê çaresernekirine berovajî wê firsetek dema ku hat êdî gel derket qadan yanî çawa? Wek çanda xwe, nasname xwe jiyan bike ji bo wê jî ev sîstem yan proja rêveberiya xweser êdî ev tişt hemiyan ber çavan derbaskirin û bi çareserî ji bo pirsgirêkên heyî ser asta Rojhilata Navîn bi giştî jî yanî li ber çavan derbas kir. Rêveberiya xweser êdî dibe nemûne û bûye hêvî jî ji bo gel û hemû netewên heyî di Sûriyayê de.
Rewşa mafên jinan di serdema Rêveberiya Xweser de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî berê çawa guherî?
Ji aliyê jin ve jî gelek guhertin çêbû di 12’ê Tîrmehê jî di hundirê xwe de jî gelek şoreş avakirin. Yek jê jî şoreşa jin, zatin şoreşa Rojava, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi şoreşa jin hatiye naskirin ji ber ku heqîqetek heye. Ferq û cudahî di navbera şoreşa Rojava û şoreşên ku di dîrokê de çêbûne, hinek xal girîngin yê ku hişt şoreşa Rojava, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyayê heta roja îro ku hişt ser lingên xwe bimîne ev in yanî.
Mînak di dîrokê de ewqas şoreş çêbûn jin di şoreşan de hebûn, pêşeng bûn jî lê di encamê de bi serkeftina şoreşê jî negihişt mafê xwe yanî mafê xwe bi dest nexist.
Yanî êdî şoreş kengî bi serbikeve her kes bigihe mafê xwe ne bi vî rengî, nerîna min de ew pirsgirêkên ku hebûn ji ber ku jin di van şoreşan de bi rengekî xweser xwe birêxistin nekir. Yanî her di nav giştî de têkoşîn kir, her û her di nav giştî de dixwest mafê xwe qezenc bike. Mixabin di encamê de mafê xwe qezenc nekir. Yanî şoreşa Rojava di destpêka şoreşê de jî jin bi rengekî xweser xwe birêxistin dikir hem di nav giştî de jî yanî hebû hem bi rengekî xweser xwe birêxistin kir.
Saziyên xwe vekir wek tevger, rêxistinên xwe avakirin ji bo wê jî em dikarin bêjin bi rengekî xweser xwe birêxistin dikir. Yanî tecrube ji şoreşê ev yek girt di aliyê siyasî de dikarî bû xwe birêxistin bike. Di aliyê civakê de, leşkerî, çandî di hemû qadên civakê de jin xwe bi rengekî xweser xwe birêxistin kir. Mîna Kongira Star heye, tevgera zenûbiya heye, meclisa Bakur û Rojhilat Sûriya ya jinê heye, meclisa jin a Sûriya heye. Yanî em dikarin bêjin ewqas tevgerên jin, rêxistinên jin, minezematên jin bi rengekî xweser xwe birêxistin kirin.
Ji bilî ku di mecilsan de jî ji jêr heya jor jî rêjeya jin û xort jî heye. Ferq û cudahiya di navbera şoreşa Rojava û şoreşên ku di dîrokê de çêbûn ev in yanî.
Inkarkirina mafê jin, heqîqeta jin, dîroka jin bi taybet di Sûrî de berî şoreşa Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, ev qanûnên rewşa kesan em bêjin jin heya ku wir mafê xwe qezenc nekiriye. Destûra Sûrî bi giştî bêjin dema ku behsa jin dikin êdî, heta wek ku insan nikaribe mafê xwe qezinc bike. Gelek qanûn hene gelek ziyan li jin kir, destûrên hene di Rojhilata Navîn bi giştî Sûrî jî yanî jin mafê xwe bi dest nexistiye di van destûran de. Tevî ku hemû dewletên Rojhilata Navîn imze kirine li ser qanûna sîdaw jî qanûna em bêjin ji bo bi dawîkirina hemî cureyên li dijî jin tê li beramberî jin. Tevî wê jî yanî qabilên hene bihtir girêdayî bi navê şeri’î û ol li jin êdî xistin û mafê wê jî li gor tê xwestin nedanê. Ji bo wê em dibêjin qanûnên hene, mafê jin li gor tê xwestin tune ne ji bi wê jî meselen li aliyekî din qanûnên jin hatin nivîsandin di rêveberiya xweser di 2014′ an de. Me dikarîbû heta astekê li gor heqîqeta jin karibin çawa mafê xwe bi dest bixin li aliyê zagonî. Qanûn hat pêkanîn piştî rizgarkirina herêmê, herêmên cuda Reqa, Tebiqa, Minbic, Dêr qanûna malbatî hat pêkanîn heta roja îro tê avakirin ku qanûn bê erêkirin ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji ber ku ev qanûn tenê li Kobanê, Cezîrê û Efrînê pêk hatiye erê bûyî ye. Van herêmên me got ji ber ku piştî 2018, rêvberiya xweser hat avakirin. Êdî em aniha zihnî ava dikin em ê çawa karibin li herêmên din vê qanûnê pêk bînin ev jî destkeftiyek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê.
Ya din jî ji bo yî hevpeymana civakî, em dikarin bêjin ne tenê ji bo jin, ji bo civak li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyayê. Cara yekem e ku civak li hev rûdine ku bi hemû netewên xwe bi hemû nasname, bi hemû çandan, bi hemû zimanan, bi hemû deng û rengên xwe civaka heyî di Rojhilata Navîn de li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê li hev rûdinin qedera xwe bi destê xwe dinivîsinin. Cara yekê tiştek bi vî rengî tê kirin ango civak ki hev rûdinin qedera xwe binivîsinin. Tiştên baş em binvîsin destûr, tiştên ku dikeve xizmeta civakê esas dema ewqas destûr hene. Destûrên hene ne civakan nivîsandiye, sîstemên desthilatdar li gor berjewendiyên xwe nivîsandine û anîne herêmê. Ji bo wê em dibêjin gel cara yekê jî li hev rûdine destûreke hevpeymana civakî li gor heqîqeta herêmê û li gor çandên hene. Hat nivîsandin û tê de jin mafê xwe misogir kir hinek made hene bi taybet ji bo misorkrina mafê xwe, azadiya xwe êdî misogir kir lê li rex hevpeymana civakî jî komîtek çêbûye ji 25 hevalên jin nivîsandina hevpeymanek civakî bi taybet ji bo jin û mûmasil em dikarin jê re bêjin yanî eynî hevpeymana civakî giştî ye lê ev e ya bi taybet ji bo jin e. Ev hevpeyman jin çawa dikare xwe ji jêr heta jor xwe birêxistin bike ji komînan, ji bajarokan heta bajar, heta kanton û herêm berlemanek em dikarin bêjin meclisa jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye.
Êdî çi pirsgirêkên jin hene, tiştên girêdayî jin be wê li wir bê nîqaşkirin û çareserkirin, pirsakeftîv, bernameyên istratîcî yanî çi tiştên ku xizmeta jin dike, ci tis ku ji bo yî çareserkirina pirsgirêkên heyî. Çi tiştên ku elaqedarî jin be li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ev êdî dibe wek bersiv ji bo van pirsgirêkên hene ji bo wê jî komîte dest bi karê xwe kiriye rojên pêş wê hevpeymanên civakî bi taybet ji bo jin jî çêbibe.
Yanî rêjîma be’is, tê bîra min beriya demekê jî çend salan heta wê yekîtiyê yekîtiya jinan “itîhad el nîsa’î” jê re dibêjin ew jî hat girtin. Aniha jî hewl didin ku yekîtiyek bihtir olperest vekin, ji bo wê jî heta vê astê jî jin êdî bi paş dikeve ji bîr nekin. Aniha êrîş li ser jinê hene bi taybet di Rojhilata Navîn de, ji alîkî Îran, Rojnamevan, kesayetên ku ji bo xizmeta jin û mafê jinê bi destbixin. Têkoşîn dikin li beramberî darvekirinê û e’idamê dimînin. Li Îraq jî her wiha aniha gelek pêşinyar hene ji bo yî guhertina destûra Îraq di meclisên wek dibêjin berlemanên Îraq de, hewil didin ku hinek guhertin jî çêbikin. Ewqas pirsgirêk Îraq jiyan dike, ewqas tişt hene dibê ku çareser bibin dev ji her tiştî berdan êdî êrîşî jin dikin. Em çawa karibin pirjinî zêde bikin, em çawa karibin jinek hîn zarok nih salî, çawa bizewice! Berdar û zewac bi destê hinek zilamên olperest bin. Yanî bi vî rengî, yanî qanûnek yan em bêjin destûrek di sala 1959′ an de hatiye nivîsandin. Îro roj dixwazin jinê vegerînin berî vê dîrokê mixabin yanî, dayîk çawa wê ji zarokan mehrûm bikin. Yanî ewqasî êrîş ser jinê hene.
Li Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyayê jî êrîş îro ser jin hene, bi taybet di riya şerên taybet de, di riya destdirêjiya li ser jin aliyê fehûş û aliyê madên hêjbir. Gelek êrîş ser jin hene em bêjin hedef girtina pêşengên şoreşê. Ji aliyê dewleta Tirk û her demekê em dibînin hevalek jin tê hedef girtin, şehîd dikevin digihe asta şehadetê jî. Ev sîstem zatin ji jina pêşeng, jinê ku pêşengî şoreşê bikin, jinê ku zane bibe, heqîqeta xwe nas bike, dîroka xwe nas bike, ji jinên vî rengî bitirsin. Ji bo wê jî her û her van jinên pêşeng pêşengên civakê, civakê hişyar bikin, birêxistin bikin, civakê rêzname bikin. Ji bo wê van jinan hedef digrin, rêveberiya şerê taybet jî dixwazin vê şoreşê vala derxin. Vê şoreşê ji cewherê wê derxin, vê şoreşê dûrî heqîqetê bixin. Wek ku çawa şoreşa Sûriyê ji cewherê wê derxistin, dixwazin bi riya van tiştan jî bi van şerê taybet, van hedef girtinan jî, şoreşa jin şoreşa Rojava jî ji rê derxin.
Yanî ya din jî wek rêveberiya xweser me got ku civak êdî xwe birêve dibe. Ji bo wê jî ev sîstemên hegemonî, sîstemên desthilatdar, sîstemên heyî projên bi vî rengî qebûl nakin ji ber ku çawa, dibe wek xeterî li beramberî xwe dibînin ji ber ku dema civak bibe xwedî îrade, civak birêxistin bibe êdî wate ji wan re namîne. Nema êdî dikarin desthilatdariya xwe li ser civakê bimeşînin, berjewendiyên xwe li gor xwe li gor ku dixwazin bimeşînin. Ji bo wê jî ji sîstemên bi vî rengî ditirsin lewma jî êrîşî vê projeyê dikin di riya jin de bo taybet.
Tiştên dawî me dîtin bûyerên ku li Dêrezorê jî çêbû, armanc jê ev bû ku çawa vê rêveberiyê têk bibin. Çawa fetnê di navbera pêkhateyên heyî çêbike, li Efrîn heman tişt, ev pêkhateyên kurd û ereb esas çawa karibin fetnên navbera wan çêkin ji bo wê jî ev êrîşên heyî ji her alî de kumplên ku aniha çêdibin. Hemû jî hedef girtine yek jê jî rêveberiya xweser têk bibin. Ya din jî jinê wek ku çawa pêşengên vê şoreşê jine dixwaze vê şoreşê jî vala derbixe. Yan pûc bike yan ji cewherê wê derbixe. Yê ku vê rêveberiya xweser li gor heqîqet û cewherê wê li pêşbixe jin e, lewma jî esas jin tê hedef girtin.
Çi astengî li pêşiya avakirina sîstemeke nû ya demokratîk li Sûriyê hene?
Astengiyên ku hene ji bo avakirina sîstemên dîmuqratîk nû li Sûriyayê bikin, di nerîna min de pirsgirêkên hene esas wek hişmendî hene. Olperestiya heyî ango “te’aseb”, pir alî bi her rengê xwe hîn heye bandora sîstemên netew dewlet di hundirê her ferdekî bi vê avakiriye, ji bo wê jî ev dibe pirsgirêk ji bo yî avakirina sîstemek dîmuqratîk di Sûriyê de, gelek hene bi aliyên bêjin bi ol bandorin bi taybet.
Em dikarin bêjin ku ev ol her kes li gor berjewendiyên xwe yên siyasî tev gerand ji bo wê jî ev jî bandor heye, ne fêmkirina sîstema dîmuqratîk bihtir girêdana wan bi sîstemên em bêjin olî ye, ev jî heye mîna neyê qebûlkirin, lê em dikarin bêjin ku pirsgirêkên heyî pirsgirêkên ku gel di herêmê jiyan dikin, ji ber ku proje hene, projên ne dîmuqratîk, êşên ku her em dikşînin bi rojane li beramberî van pirsgirêkan hene ku van êşan dibînin.
Ji ber ku proje heyî ne projên dîmuqratîk in, ne tenê li Sûriyayê yan li herêmekê, deverekê, li ser Rojhilata Navîn bi giştî. Ev êş heye yanî civak êşê dikşîne ji ber sîstemên hene sîstemên ne dîmuqratîkî ne, lewma jî pêwîstiya civakê bi sîstemên dîmuqratîk û projên dîmuqratîk hene, projên dîmuqratîk em bêjin sîstemên dîmuqratîk di Rojhilata Navîn de ava bibe di wê baweriyê de wê gelek pirsgirêk bên çareserkirin, ji bo wê jî nemûne ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, yanî proja herî serkeftî îro piranî dewlet her kes jî dizane belkî nabêjin jî.
Lê heqîqeta ku her kes bi çavên xwe dibîne ya ku em bêjin proja serkeftî, proja ku dikare bo heya roja îro ser lingan bimîne, heta astekê ku pirsgirêkên xwe çareser bike, dikare heta asteke nexweşiyên hene hêdî hêdî derman bike. Tiştên ku heyî, êşên ku heyî çawa û hêdî hêdî xwe ji wan xilas bike, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê çima?
Ji ber ku projek dîmuqratîk li vir ava bûye, projeyek ku netew netewekî inkar nake, projeke lu her kes li gor çand, nasname û zimanê xwe jiyan dike, projek bi vî rengî pêwîstiya gelan pê heye, yanî lewma jî ji ber ku bi vî rengî hebû êdî li pêş ket.
Astengiyên ku aniha hene bihtir jî ji aliyê rêjîm û opozîsyonê ye. Ji ber ku projên bi vî rengî naxwazin lewma jî êrîş dikin, ev jî êdî dibe zehmetî ku em çawa karibin li ser asta Sûrî projek bi vî rengî di herêmên din yên di Sûriyê de, naxwazin gel heqîqeta van projan nas bike, her û her girêdidin bi netewekî, bi vî rengî heqîqeta vê birovaj dikin bi civakên Sûriyê bi taybet lu herêmên din wê jî ev nû dibin astengî, êrîşên ku çêdibin ser vê projê ye, ji bo wê jî wek me got gelek gel li Sûriyê dijîn, dibin wek hêvî û çareserî ji bo Sûriyê jî yanî ser asta Sûriya jî de yanî tiştên em dikarin bêjin ku van zehmetiyan jî derbas bikin wek sîstema dîmuqratîk ser asta Sûriya.
Bi nerîna te, Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa karîbû di nava vê deryaya aloz de bibe giravek aram û demokratîk?
Di despêkê de sê tişt me esas girtin:
1- Em çawa dikarin civakê birêxistin bikin.
2- Em çawa dikarin hêzên xwe ava bikin.
3- Em çawa dikarin saziyên xwe ava bikin.
Ya dawî jî em xeta siyemîn esas bigirin ne xeta rêjîmê û ne xeta opozîsyonê, xeta em bi xwe esas bigirin îrada xwe derxin.
Ji bo wê jî me dikarî bû heta astekê em wek civak xwe birêxistin bikin, saziyên xwe ava bikin wek rêveberiya xweser, hêzên xwe ava bikin, bi çend heban bi hezaran îroj. Ya din em çawa karibin xwe perwerde bikin, ez bawerim tiştên ku wek rêveberiya xweser wek gel dikarî bû di nav vî agirê ku di Rojhilata Navîn giştî de em bêjin dikarî bû buhiştek biçûk ava bike.
Li ser lingên xwe bimînin ev tişt bûn, yanî civakek êdî ji destpêkê de dikarîbû xwe birêxistin bike, hêzên xwe, saziyê xwe ava bike û xwe perwerde bike, xeta siyemîn esas bigirin, ev xalên bingehînin ku hişt îro em li ser lingên xwe bimînin li beramberî van êrîşên hene, wek me got em di nav vê dorpêckirinê de.
Ya din jî aliyê perwerdê me got ji ber ku civak êdî aliyê zanebûn heqîqeta xwe nas bike, heqîqetê van sîstemên desthilatdar nas bike, êrîşên wan, kumplên ku ser çêdibin nas bikin, ji bo wê jî xalên ku rêveberiya xweser hişt ser lingên xwe bimînin esas ev bû yanî, bo wê jî xeta siyemîn jî ji bo me girîng e, ji ber ku em dibînin rêjîm ketiye çi rewşê, oposiyon ketiye çi rewşê de, belkî ev xet gelkî zehmet bû jî çima?
Ji ber ku xeteke esas, xwedî îrade xwe bi xwe ava dike êdî hevalên te jî tune ne, ji bo wê jî zehmet bû di destpêkê de lê em bêjin nerîna me ji dîrok, sîsteman re rast bû, ji bo wê jî ev xal girîng in.
Dema ku tu bixwaze pêşerojek girîng ava bike divê tu dîrokê nas bike, tu zanibe çawa tehlîl bike tu fêmbike, ji bîr nekin yanî ev jî bi saya fikir û felsefeya rêber Apo ku tiştên esasî ji bo me bingih avakir mîrasek li vir hebû 20″ salan li vê berî têkeve zindanê, yanî bi saya van persektîvan heta roja îro jî em jiyan dikin.
Gelek projên hewldanê hebû projên ku ne li gor heqîqeta civakê bê avakirin, i’itîlaf jî aniha heye lê nikarî bû ser lingên xwe bimîne ji ber ku e’itîmad ne avêtin ser xwe, ji ber ku civaka xwe li gor heqîqeta wê xweş birêxistin nekiribû, ji ber ku hinek çete avakirin ew jî girêdayî dewleta Tirk bû yanî li gor wan tev digerin ne li gor heqîqeta civakê tevdigere.
Ji bo wê jî yanî xalên girîng ku tu li gor heqîqeta xwe tevnegere, êdî rojên bê tê têk biçe, girîng e civak xwe nas bike, rastiya xwe nas bike. Heqîqeta Rojhilata Navîn, dîroka Rojhilata Navîn, dîroka xwe nas bike, ser wî esasî ez bawerim wê xwe birêxistin bike û karibe wek heqîqeta gelê şerker, gelê şoreşger çawa karibe ew xwe biparêze li beramberî van êrîşên hanê, yanî ne êrîş bike lê êrîşên ku bi ser de tên karibe xwe biparêze, saziyên xwe ava bike, xwe perwerde bike, xeta xwe kariba çawa xurt bike li pêşbixe.
Ez bawerim wê karibe li beramberî êrîşên hene li beramberî danên ku bi rêveberiya xweser yan li beramberî herêmê çêdibe, wê karibe li ser lingên xwe bimîne, jibîrnekin ewqas Şehîd hatin danîn, ewqas xwîn û xwêhdan hate reşandin, ewqas têkoşîn û berxwedan meşiya ev jî bi saya gel ji ber ku birêxistin kirî bû, gihiştbû astekê xwe nas kiribû, li beramberî van êrîşan jî teslîm nebûn, li beramberî vê kumplê jî êdî xwe berneda.
Belkî hinek insanên lawaz dev jê berdan hebûn em nabêjin na, hema gelên girêdayî xaka xwe, gelên ku hatin birêxistin kirin, gelên ku xeta xwe naskirin jî li ser lingan e, têkoşîn dikin û li ser xaka xwe jî jiyan dikin, dibêjin çi dibe bila bibe em dev ji xaka xwe bernadin, çi dibe bila bibe lê em ê xwe biparêzin li beramberî van êrîşan jî em ê têkoşînê bikin.
Çima berî avakirina Rêveberiya Xweser nasname û mafên neteweya kurd li Sûriyê ji aliyê hikûmeta navendî ve nehatin qebûlkirin? Pirsgirêk di cewhera netewe-dewletê de ye yan di cewhera ne demokratîk a hikûmeta Sûriyê de ye?
Wek netewa kurd di Sûriyê de, taybetmendiyên sîstemên netew dewlet, me di nav axaftinê xwe de got jî, enkarkirina netewan ser esasê netewek esas digirin, zimanekî esas digirin. Ji bo yî wê jî netew dewlet di sûrî de zimanek esas girtiye lê ewqas ziman di Sûriyê de hene, hatine enkarkirin, yanî ev jî taybetmendiyên sîstemên netew dewletê ne. Armanc jê jî ev e ku çawa karibin pirsgirêkan di nav civakê de xurt bikin, lawaz bikin civakê di vê riyê de.
Ji bo yî wê jî yanî wek rêveberiya xweser jî bi esas em du xalan digirin, wek çawa çareserkirina pirsgirêka gelê kurd li Sûriyê, ya din jî dîmuqratiya ku em karibin Sûriya dîmurat bikin. Ji bo wê jî ev du erek, erkên ne wek pêşengên vê şoreşê bikin, pêşengtiya rêveberiya xweser ji bo wê jî pirsgirêk di xwezaya sîstema netew dewlet de ev esas bû.
Destêkê wek me got ji bo wê jî yanî ji ber ku pirsgirêka gelê kurd di Sûriyayê de bû, yan em bêjin her sê perçên din jî ji ber ku taybetmendiyên van sîsteman, îdolojiyên van netew dewletan, ev in enkarkirina netewên cuda ne. Yanî têkoşîn, berxwedan, pirsgirêkên ku li van herêman hene ji ber ku esas pirsgirêka gelê kurd çareser nakin û pirsgirêka gelê kurd çareser nebî, êdî alozî û pirsgirêkên ku hene dewlet jê xelas nabe, brovajî wê, wê her û her têkeve zehmetiyan.
Me dewleta Tirk dît dawiya Sedam di Îraqê de me dît. Erdogan hêdî hêdî li ser riya wî dimeşe em jî hêdî hêdî dibînin çawa winda dike. Bi taybet hilbijartinên herêmî yên dawî çêbû jî ewqas deng winda kir, ewqas bawerî gelê Tirk yanî jî bawerî baweriya gelê kurd, Tirk şikand.
Ji bo wê jî netewên dewlet ne tenê di Rojhilata Navîn de berî wê li Ewropa jî hat cerbandin, yanî sîstemên bi vî rengî berê hatine cerbandin û encamên wê jî xwîn li kolanan hate rijandin li Ewropa yê. Ji bo wê jî li Rojhilata Navîn eyin ew tişt, ewqas pirsgirêk, ewqas zehmetî, ewqas şer û pevçûnên hene komkujiyên ku çêbûn, bi taybet li her çar parçên Kurdistanê yanî encamên taybetmendiyên sîstemên van netew dewletan.
Ji xwe bi van sîsteman êdî nema gel jî êdî qebûl dike sîstemên bi vî rengî ava bibin. Ji bo wê jî em dibêjin proja netewa dîmuqratîk û sîstemek ji bo Sûriyê ne navendî pir rengî, dîmuqratîk. Ji ber ku pirsgirêkên navendî bi vê yekê pirsgirêk çareser nabin, bi rengekî pirsgirêk çareser nabin, projên dîmuqratît çareser nabin.
Ji bo wê jî em bang dikin bo sîstemek dîmuqratîk, pir rengî û ne navendî û ev çareserî encex bibe, projên vî rengî encex bibe çareserî ji bo yî pirsgirêkên ku Sûriya jiyan dike, zehmetiyên ku gelê Sûrî jiyan dike, van projan yanî bibe çareser ji bo pirsgirêkên hene û bibe çareserî bi pirsgirêka Sûriya bi giştî.
Qendîlprêss