Kişandina hilbijartinên Tirkiyê bo tûra duyem ji bo Erdogan Têkçûnek mezin bû / Ji bo zexta faşîzimê ser îrada gelan û partiya hdpê, partiya çepên kesk derkete pêş

Gotûbêja taybet a Qendîl Prêss bi Xerîb Heso – Hevserokê Tevgera Civaka Demoqratîk (Tev-Dem) li ser hilbijartinên Tirkiyê

Qendîl Prêss: Weke ku hûn dizanin, hilbijartinên serokomariya Tirkiyê derbasî tûra duyem bûye, analîza we li ser encamên tûra yekem çawa ye û gelo li gorî we kîjan ji namzedan Erdogan an Kiliçdaroglu dê bibe serokomarê Tirkiyê?

Xerîb Heso: Niha hilbjartin li bakurê kurdistanê û turkiye, çê bû. Li gore vê hilbjartinê, encamê parlimanê derket pêş. Lê encamê serok komariyê derneket. Yanî çû tora duyem. Li gorî vê yekêjî, tiştek ku dihate diyar kirn, ev bu, di tora yekê de ev encam dernakeve. Carek tenê bi dawî nabe. vê biçe tora duyem. Ji ber aloziya kû turkiye tê re derbaz dibe, taybet aliyê siyasî, abûrî, civakî, heta aliyê ewlekariyê de, yanî civakên, gelên kû di turkiyê û bakûrê kurdistanê  dene, bi giştî pêkhateyên kû di hondir turkey; de dijîn, ji vê neraziyne. Ji siyaseta AKPê, MHPê. Ji bandora faşîzmê li ser îqtidarê. Mayna wê ewqas sal, pêkhateyên ev civak nerazîne. Her çi qas nêzîkî, em bêjin nîsbeta, pêncê û yek jî bibe Erdogan, lê di heman demê de sedme dijî.  Ji bo Erdogan, AKPê, MHPê, sedemeyeke. Cûnkû wana hêvî dikir di cewla yekê de, di tora yekê de hemî encam bi dawî bike û encamê des bixe. Ji bo kû daha zêdetir xwe bide pêş, lê derneket. Di wirda bi ser neket. Eger kû di virde gavek têkçûn jiyan kir, AKPê, MHPê, yanî îmkan rê dide kû em bêjin aliyê opozisyun deha zêdetir xwe xurt bike. Di eynî demê de eger opozisyoneke hebû jî, her çiqas  direngjî des bi karê xwe kir, des bi xebata xwe kir, em bêjin, lê dibe kû li wextê teng de be, ew îşê wane, ew eger direng bejî, wek noqteyek zeîf ser opozsyonê derdikeve pêş. Her çiqas zeîf bejî, kêmasî ya wane. Çûnkû opozisyon jî wa bîst salan de, xwe kom nekir, weke hêzek temsîlcî alyê opozisyon bike yanî weke dibêjin kanbin hember faşîzmê hinek gava bawêjin, di vade dernekete pêş. Lê tenê li van çen mehê dawî de derkete pêş. Lê roxmê wêjî encameke bi des xist, hêşt kû hilbijartina serok komar biçe tora duyem. evjî li gorî opozisyoneka heyî, belkî poeneke baş be. Xwe deha zixetir vir heya 28ê mehê, hinek eger kanibe li ser xwe bisekine, wê kanbie sedy pêncî û yek derbaz bike. Lê eger kû neke û tenê êitimad li aliyê bakurê kurdistanê bike weke kû me encamp dîtin, denge kû ji opozsyunê li bakurê kuristanê girtiye, ji bajarên xwe dîtir negertiye. Ev jî pirsgirikek wanaye demekî. Bakurê kurdistanê, civakên, gelên hundir turkikiyê de jiyan dikin, bi hêvyek mezin çûne ser hilbijartinê, armanc ew bû kû turkiyê berver gohrandinek mezin gava bawêje. Gohrandinek di xwe de çê ke. Pêşketineke demoqrasiyê bide çê kirin. Ne pêşketninek kû tenê di şexsê faşîzmê de bimîne û faşîzim bandoreke xwe ya nerênî li hemû deverên herêmê bike an hindrê turkiyê  û bakurê kurdistanê bike. Yanî ne jib o vê bû. Ji bo vê jî tora duyemîn, torek gelek girnge. Analîzek pir xurt jê re pêwîste, û hazirtiyek pir mezin jê re tê xwestin. Taybet aliyê opozisyunê de, ev bare wane. Ev êdî berpirsyartiya wane, li hember wê xeta faşîzimê çiqasa kanbê, di vê demê de xwe bi rêxstin bikin. Banora xwe çê kê, têkilyê xwe xort kê, heta kanbin serkevin. Belkî berpirsyartiya wan giran be, çunku faşîzim di şexsê Erdogan de, wek tiştek kû diyar dike, Erdogan dibê, ne deskeftek dîrokî avêtiye, yanî armanc jê çiye? Ewe kû nefesek bide faşîzmê. Nefesek dirêj bide faşîzmê. Morale di vê astê de bide faşîzmê. Çunku wan jî semene, deme xwarine, gerek ne wisa ba, lê ditin ku ji nîvî zêdetir, gelên ku di hindir turkiyê de jiyan dikin, bi AKPê, MHPê nerazîne.

Yanî li qenaeta min, baweriya min, partya çepên kesk, roleke pir mezin list. Û kedek pir mezin da. Deha zêdetir rêxstin krî bû, di we

Qendîl Prêss: Tehlîla cenabê we li ser encamên hilbijartinên parlementoya Tirkiyê bi taybetî encamên Partiya Çep a Kesk çi ye? Û bi dîtina we Partiya Çep a Kesk heta çi radeyê dikare berjewendiyên kurdan biparêze?

Xerîb Heso: xteke kin de bejî, çunku faşîzimê pir zext kir, rê neda ku îrada gelan, di şexsê partiya hdpê de, partiya gelên demoqrat de, xwe îfade bike, çunku uev parte, rojane gef lê dehate xarin, ji ber vê jî partiyiya çepên kesk derkete pêş. Û hemû namezedên ku hebûn, bi rê vê partiyê ketnine hilbijartinê. Lê tiştek ku mere dibîne, 66 korsî, ji 23 bajaran, em tiştek baş dibînin. Ev destkeftiyeke, ev încazeke, ber haqas zext, haqas tengasî, ber haqas zorleme ku di bakurê kuristan de faşîzim daye meşandin, polîsa dida meşandin, şebekey wane îstîxbaratê dida meşandin, û bi siyaseta herî qirêj, siyaseta qir krinê, çi li dervey bakurê kurdistanê dibe li ser gelê kurd, çi di hondir bakurê kurdistanê dibe, lê vê partiyê ne tenê îro temsilciya gelê kurd, li serî de temsîlciyê gelê kurd û temsîlcîtiya hemî gelên bakurê kurdistanê w turkiyê kir. Temsîlcîtiya vana hemiya dike. Ji ber vê jî ev hejmara kursî ku di perliman de bi des xstiye, hilbet ku wê bandorekî pirî mezin çê ke. Faşîzimê ji wê ditirse.  Faşîzim naxaze îrada demoqratîk, an îrada kû bi nave gelên kurd, civaka kurd, bi nave îrade bi nave civaka xirstiyan, îzidî, elewî, di perlimentoyê de xwe îfade bike.

Zaten faşîzim li hember vêye. Faşîzim di siyaseta xwe de hemî vana qrr dike, tine dike. Ji lewra vê dewrê de jî, îfade û nunerên wa hemî pêkhateyan, di şexsên partiya çepên kesk de, xwe dane pêş, xwe îfade dike, hilbet ev gavek base. Em wan jî pîroz dikin.

Em di vê baeriyê dene ku bandorekî pirî mezin jî di perlimento de bide çê kirn. Bi taybet, ne hevkarî, hevkirinek bi cehepê re jî çê bûye. Werqas perlemanto, werqas endam, demakû lihevkirnek hebe, ji bo cehepê re li ser mesela, serok komariyê kiliçdar oglu, derkeve, nederkeve, nediyare, lê hejmarek perlmanter dema ku di nava perlmanto de bigene hinek li hevkirin, hinek îtîfaqan, ev bi sere xwe bandoreke. Ev bi sere xwe pêşketineke, ev bi sere xwe kani bû gavên girng di aliyê abûrî de, di aliyê civakî de, aliyê siyasî de, bandoreke xwe hindrê vê perlimentoê de bide çê kirin û kanibin hinek gohrandin di qanûna de çê bikin. Qanûn bidine gohrandin. Qanûna nû saz bikin. Kanbin zizmeteke jib o civakê di hemî milan de pêşkiş bikin. Kanbin di alyên têkilî de, bandoreke xwe li têkilyên siyasî hondir, derva, ê kanbin bikin. Yanî bi vê îtiîaqe ku di perlimantoê de bi girseyê ku hene, çê bike. Partiya çep û kesk, bi van hêjmarê 66 kesan, û bi derwê xwe re, ê kanibe wek dibêjin bandoreke li ser siyaseta turkiyê di hinder û dervajî bikin.

Ji bo ser ras kirinê, jib o gohrandinê, îdî geştiye astekî, dewleta faşîst ya turk, bi vê faşîzmê re, nikane xwe bi rêve bibe. Gelek zehmete, û belku gelek carajî derekete pêş ku, ger erdogan bi ser keve çi bibe, ser nekeve çi bibe? Her çê bibe çi nebe, turkiye bi şêwazê nkare gava bawêje. Ne bi Rusiyê re û ne bi Emrîke re, ne jî bi wilatên derdewra xwer re, ne bi wilatên rojavaê re, nikare, çunku xetimîye. Di siyaseta xwe de xetimîuye. Lê vê dewra hilbijartinê, vê turê, vê bandorek mezin di hinder perlimentoê de bide çê kiirn. Di şexsên partyên çep û kesk de. Em di vê de jî bawerrn. Vê gewrandin temanî bê çê kirin. Wê rolekî xwe pir mezin hebe. Çunku bi berpirsyartî exlaqî xwe daye pêş. Ji bo vê jî bandorê di hemî milan de kanibe bide meşandin.

Qendîl Prêss: Li gorî sûcên Erdogan li Rojava yê, Encamên hilbijartinên Tirkiyeyê çi bandoreke siyasî, aborî û civakî li ser Rojava yê bike?

Xerîb Heso: Niha li gorî sûcê Erdogan, sûcên wî gelekin. Gelek sûc kiriye. Sûcên şer kirine. Sûcên dijî mafî mirovan kirye. Sûcên qirkirinê li dijî gelan daye meşandin. Sûcê dagîrkaryekî bê qanûn da çê kirin. Sûcê destek daiyna terror û çeteyan. Sûcên derbara mirovatiyê de û siyaset kirina mirovê penaber, ev hemî sûcin. Rojava, surî û bakur rojhilata surî, zirarekî gelekî mezin ji vê siyaseta Erdogan dîtiye. Vêca ji bo vêjî eger uerdogan derkeve, ser îqtîdarê bimîne, wê bandoreke nerênî ne tenê li ser rojava bike, li ser temanî suriyê bike.

Her çi qas xwe nêzîka rejîma surî jî dike, di vê deme derbaz buîy de û hîn jî dewam dike, ev ne bo çavên reş ya rejîma suriyêye, ji bo ku deha zêdetir kanbe dagîrkarya xwe pêş bixe. Ji ber ku deha zêdetir bike propagendayê vê kampaniya vê hilbjartinê, û vê hilbijartinê derbaz bike.bike wesîleyek derbaz kirina hilbjartinê, û hinek gav bi des xistne. Armanca erdoan eve. Çavê Erdogan ne tine li Rojavaye. Li ser başurê kurdistanê ye jî. Li ser seranserî xeta sinurê bakurê kudistan û suryê ye. Çewa xetê bigre. Çewa kanibe sinurê xwe pêş de bide.  Tenê bi mîsaqa milî di çarçova osmaniyekî nu nafikre. Tiştek kû Erdogan difikre pir mezintire. Bi yekêtiya turkiyê ku bi turkî diaxifin, li kuderê turkman hene weke yekêtiya cimhuryetê turkî ya pêşeroj difikre. Ji qefqasiya bigre, qirqîzstan de bigre, Turkmenistan de bigre, heta başurê kurdistanê de bigre. Qismek ji rojhlatê kurdistanê de bigre, û pêde biçe heta sê ribê suriyê, Erdogan bi vê giştkî difikre. Heta qismek, çend gundê turkimenan li mile ladqiyê heye, wan jî ji xwe re dike yekêtiya cimhuriyetê turkiyê. Ji bo ev pir xetere. Lewma cihana ereb, zêde li gor analîza wiha derdikeve, qismek wan ne alîgra derketina erdoganin jî. Çunku Erdogan herêm wêran kirye, bi vê zihniyeta faşîzima xwe, û bi îtîfaqa xwe bi akp û mhp, herêm wêran kirye, civak ji hev qut kirine, rojane tehdid w gev xarin dide, şerê pir mezin bibe. Komkojî pir mezin çê bibe. Herkes vê yekê zane. Hemy civaka nêvdewletî vê zane, lê mexabin eger rojekî wek îro, û di serdemek wek vê serdema byst û yekan de, rehet rehet faşîzim bi rêka zorê dibe, bi rêka tezwîrê dibe, bi rêka xeşê dibe, bi rêka heyla dibe, xwe ser îqtîdarê dêle. Yanî civaka nav dewletî, ji rastgerên moteşedid, moteterif, hisaba jê re dikin, ê faşîzim jî yemînê moteterif jê xetertire. Jê bo vê jî mandina faşîzimê li ser îqtîdarê, ne tenê tehlukeyeke ji bo me, tehlukeye ji civaka dewletî tevhî re. lewma gerek ev opozisyona ku hebe, deha zêdetir xwe xurt bike, di van demê maîy de. Faşîzim gereke têkbiçe. Faşîzim gereke bişke. Erdogan nemîne ser îqtîdarê. Eger jî bimîne, encamp xeter be. Îro 15yê mehêye heta 28 mehê 13 rojin. 13-12 rojin. D va rojan de, pêşeroja turkiyê diyr dibe ku berve faşîzim an gohrandinê here. Di va 13 rojan de diyar bibe. Ev 13 roj, rojên pir bi hisabin, rojên bi xeterin, rojên pir ked jê re lazime. Heta mirov encamekî erênî bigre, ked jê re lazime. Encamê erênî tunebe, vêçaxê, faşîzim xeta xwe dide meşandin, û siyaseta qrikirnê derbara gelan de, siyaseta komkojî rehet rehet kane bistîne. Çewa wan hikumetên ser îqtîdarê heya dawî w ebed nemane, turkiyê jî ketiye wê îtarê, wê heya dawiyê û ebed neçe faşîzim. Ev jî ji bo hemî pêkhateyên turkiyê, jib o wilatên derdewra turkiyê, ji bo pêşeroja turkiyê, xeterekî mezin bi xwe re dînê, çunku li hember îrada gelên demoqratîk, li hember îrada civakên demoqratik, azadîxwaz, ev rê pêşî digre, lê demku têk biçe, îrada gelên demoqratîk, îrada azad, îrada çareseriyê hemû pirsgrêka, bi ser dikevin. Li hember vê faşîzmê, ne be di şexsê qilîçdar oglu de, lê di şexsê yekrîziyên gelê ku bi hevre, pêşeroja xwe diyar dikin. Di şexsê wan de ev tişt derdikeve pêş.

تلاش دوباره

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon şirîktî ye bi zorê nabe

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku entegrasyon şirîktî ye û got: “Di …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *