Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehemed hişyarî da ku Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûryeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şer ragihandiye. Îlham Ehemed diyar kir ku ev tax bi sivîlan dagirtî ne, lê Hikûmeta Demkî hemû rêyên danûstandinê red kirine û li dijî peymana 1’ê Nîsanê tevdigere, lewma berpirsiyariya vî şerî bi temamî li ser milê wan e.
Ehemed bal kişand ser rewşa mirovî û destnîşan kir ku piraniya niştecîhên van her du taxan koçberên Efrînê ne ku ev 7 sal in ji warên xwe dûr ketine. Di dawiyê de wê ev êriş wekî “şerê qirkirinê” li dijî gelê Kurd pênase kir û anî ziman ku ev zilm berdewamiya polîtîkayên rejîma Baas e ku gelê Kurd berê jî jê zirar dîtibû.
Qendîlprêss