Îlham Ehemed: Hikûmeta Demkî li dijî taxên Kurdan şer ragihand

Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehemed hişyarî da ku Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûryeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şer ragihandiye. Îlham Ehemed diyar kir ku ev tax bi sivîlan dagirtî ne, lê Hikûmeta Demkî hemû rêyên danûstandinê red kirine û li dijî peymana 1’ê Nîsanê tevdigere, lewma berpirsiyariya vî şerî bi temamî li ser milê wan e.

Ehemed bal kişand ser rewşa mirovî û destnîşan kir ku piraniya niştecîhên van her du taxan koçberên Efrînê ne ku ev 7 sal in ji warên xwe dûr ketine. Di dawiyê de wê ev êriş wekî “şerê qirkirinê” li dijî gelê Kurd pênase kir û anî ziman ku ev zilm berdewamiya polîtîkayên rejîma Baas e ku gelê Kurd berê jî jê zirar dîtibû.

تلاش دوباره

Karwanê Yekemîn ê Vegera Koçberên Serêkaniyê Dest Pê Kir

Piştî 7 salan ji koçberiyê, karwanê yekemîn ê koçberên Serêkaniyê, ku ji 410 malbatan pêk …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *