Artêşa Amerîkayê dest bi vekişandina sîstema bergiriya esmanî ya Patriot û hejmarek ji hêzên xwe ji binkeya leşkerî ya nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kiriye. Ev gav di çarçoveya rêkeftina di navbera Bexda û Waşingtonê de tê girtin ku armancê wê bidawîanîna erka hêzên Amerîkayê li Iraqê ye.
Li gorî agahiyên ku malpera Al-Monitor belav kiriye, proseya vekişînê ji hefteya borî ve dest pê kiriye û piraniya kelûpelên girêdayî bi sîstema Patriot û alavên leşkerî ji binkeyê hatine derxistin. Ev pêvajoyê di demekê de pêk tê ku êrişên mûşekî û dronî yên Îranê li ser navçeyê berdewam in, û ev yek di nav pisporan de derbarê bandora li ser ewlehiya esmanî ya Herêma Kurdistanê fikaran zêde kiriye.
Berê sîstema Patriot dikarî beşeke mezin ji êrişên li dijî Hewlêrê kontrol bike û li gorî hin nirxandinên leşkerî heta 95 ji sedî ji mûşekên hatine avêtin dikarî bide sekinandin. Lê bi vekişandina vê sîstemê, tenê hin kapasîteyên biçûktir mane. Pisporê karûbarên leşkerî Michael Knights ev gav wekî “şûrekî duserî” binav kiriye û hişyarî daye ku dikare metirsiyên li ser Balafirgeha Hewlêrê zêde bike.
Di heman demê de, kêmbûna yêdeka mûşekên Patriot jî wekî sedemek din a biryara Amerîkayê tê dîtin. Li gorî hin raporan, Waşington bi kêmbûna stokên xwe re rû bi rû ye û hilberîna salane ya mûşekên Patriot jî kêm e; ji ber vê yekê Amerîka dixwaze sîstemên xwe ji deverên ku li gorî nirxandina wê girîngiya stratejîk a kêmtir hene ber bi deverên din ve veguhezîne.
Her çend berpirsên herêmê dibêjin ku ev tevgera leşkerî pêngaveke asayî ye û di çarçoveya rêkeftina bi hikûmeta Iraqê re de ye ku tê de armanc ew e ku heta 30ê Îlona îsal hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişin, lê hin lêkolîner balê dikişînin ser vê yekê ku Herêma Kurdistanê di pêşîneyên ewlehiya Amerîkayê de kêm bûye. Li gorî wan, Waşington niha zêdetir girîngiyê dide bicihkirina sîstemên bergiriya esmanî li welatên Kendavê û Urdunê.
Vekişîna Patriot ji Hewlêrê di demekê de dibe ku bandora wê li ser hesabên ewlehiya navçeyê were dîtin, bi taybetî di şert û mercên ku gefên mûşekî û dronî hîn berdewam in.
Qendîlprêss