Wênekêşê navdar Mehdî Tewekulî û endamên malbata wî li bajarê Sînê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin. Ev kiryar li nav gelê Kurd û civaka Rojhilatê Kurdistanê bertekeke berfireh û tund derxist holê.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ev hovîtiya rejîma Îranê bi tundî şermezar kir û bang li gel kir ku têkoşîn û berxwedana xwe li dijî siyaseta zordarî û qetilkirinê xurt bike.
Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rejîma Îranê bi kiryarên dermirovî û şîdeta li dijî gel dixwaze krîzên xwe yên hundirîn kontrol bike û bi çêkirina tirsê civakê bêdeng bike.
Her wiha, Hevpeymaniyê ragihand ku Komara Îslamî hewl dide bi pêşkêşkirina pêşnûmeqanûnan û rêbazên qanûnîkirina şîdetê, rê li ber domandina kiryarên terorîstî û êrîşên li dijî çalakvanên sivîl vekirî bihêle. Li gorî daxuyaniyê, ev hewldan bi siyaseta berê ya rejîmê, di nav de fetwaya “cihadê” ya Xumeynî, re têkildar e.
Rojhilatê Kurdistanê di nav 48 salên borî de bûye qada berxwedan û xweragiriyê li dijî dîktatoriya Komara Îslamî ya Îranê. Hevpeymaniyê got ku rejîmê bi rêbazên cuda cuda hewl daye dengê gelê Kurd bêdeng bike û nasname, azadî û daxwazên wî binpê bike.
Di beramberî vê rewşê de, pêwîstî bi têkoşînek berfireh, hevbeş û piralî li hemberî siyaseta terorê ya rejîma Îranê heye.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê di dawiyê de kuştina Mehdî Tewekulî û malbata wî, her wiha hemû kiryarên dermirovî yên rejîma Îranê, bi tundî şermezar kir û bang li hemû çalakvanên civakî yên Kurdistan û Îranê kir ku li dijî van kiryaran helwesteke xurt nîşan bidin.
Qendîlprêss