Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatimogullari di civîna Koma xwe ya Meclîsa Tirkiyeyê de axivî.
Tulay bal kişand li ser pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk û got: “Ji bo aştiyê hewcedarî bi gavên hiqûqî heye. Lê, desthilat tirsonek e û pêvajoyê taloq dike.”
Hevseroka DEM Partiyê got divê her tişt li ser zemînekî hiqûqî pêk were û û gerek desthilat dev ji çîroka tespît û teyîdê berde û ji bo çêkirina qanûnan gavê biavêje. Divê gav bên avêtin ku li vî welatî aştiyeke bi rûmet pêk were.”
Hevseroka DEM Partiyê hişyarî da desthilata dewleta Tirk, her kêliya ku gavan navêje rê li ber pêşketina helwestên provokatîf vedike.
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku ev gavên Tevgera Azadiyê di salekê de avêtine encax rêxistinên li cîhanê di nava bi dehan salan de bavêjin.
Lewra, ev wekî gava herî girîng a dîroka komara 100 salî pênase kir.
Qendîlprêss