Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî di operasyonên leşkerî de derbeke giran li Îranê xistiye û diyar kir ku hêza deryayî û asmanî ya Îranê bi temamî ji nav çûye. Wî tekez kir ku ew rê nade ku Îran bibe xwediyê bombeya atomî.
Trump di axaftina xwe ya bi Fox Newsê re de got ku artêşa Amerîkayê gelek keştiyên şer ên Îranê noqî avê kirine û şiyana mûşekî ya vê welatê jî bi awayekî berbiçav kêm bûye. Her wiha, wî da zanîn ku piraniya platformên avêtina mûşekan û kargehên çêkirina dronan hatine teqandin.
Wî bi tundî rexne li wan kesan kir ku bi dîtina wan asayî ye Îran bibe xwediyê çeka atomî û got ku kesên ku MAGA piştgirî dikin, dizanin ku ev metirsî çiqas giran e.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku welatê wî niha li cîhanê mezintirîn hilberînerê petrolê ye û asta hilberîna wê ji Erebistana Siûdî û Rûsyayê jî zêdetir e. Wî got ku Amerîka ne hewceyî Tengava Hurmizê ye, lê ji bo welatên din ew diparêze.
Trump her wiha qala Venezuelayê kir û got ku şerê li wir di demeke kurt de bi dawî bûye û niha Amerîka ji wir petrolê distîne.
Di beşeke din de, wî qala kuştina serkirdeyên bilind ên Îranê kir û got ku niha kes hez nake bibe rêber, ji ber ku ew dizanin dê çi li ser wan were.
Li ser bipaşxistina êrişên li ser binesaziyên enerjiyê jî, Trump got ku ev biryar li ser daxwaza Îranê hat dayîn û wî demeke 10 rojan da wan. Wî diyar kir ku Îraniyan di destpêkê de 7 roj xwestibûn, lê wî 10 roj dane wan.
Di dawiyê de, Trump pesnê aboriya Amerîkayê da û got ku endeksên bazarê gihiştine astên nû û li gorî anketan, xelk piştgiriyê ji siyaseta wî re dikin. Wî tekez kir ku armanca wî parastina Amerîkayê û serkeftin e.
Qendîlprêss