Li gorî agahiyên KANAL8ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Nûredîn Ehmed ji bo parêzgarê Hesekê destnîşan kiriye.
Ew berpirsiyarê têkiliyên giştî yên HSDyê ye.
Endezyar Nûredîn Îsa, ku bi navê Ebû Omer Xanîka jî tê nasîn, niha berpirsiyarê têkiliyên giştî yên HSDyê ye.
HSD dê cîgirê wezîrê parastinê jî destnîşan bike
Li gorî peymana ku di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê ji bo cîgirê wezîrê parastinê û cîgirê rêveberê ewlehiya navxweyî berbijêran destnîşan bikin, di heman demê de hikûmeta Sûriyeyê Merwan Elî wekî rêveberê ewlehiya navxweyî tayîn kiriye.
Lihevkirina di navbera HSD û Şamê de
Di 30ê Kanûna Pêşîn a 2026an de, HSD û hikûmeta Sûriyeyê nivîsa peymanê weşandin û gotin ku peymana agirbestê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de li gorî peymanek berfireh hatiye kirin.
Endezyar Nûredîn Ehmed (Ebû Omer Xanîka):
- Di sala 1969an de li Qamîşloyê ji dayik bûye
- Di sala 1993an de ji Koleja Mekanîk û Elektrîkê li Şamê mezûn bûye
- Fermandarekî navdar ê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ye
- Berpirsê têkiliyên giştî yên HSDyê ye
- Di rêveberiya xweser de gelek postên bilind girtiye
- Namzedê HSDyê ye ji bo posta parêzgarê Hesekê
Qendîlprêss