Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gef li Îranê xwar û hişyarî da ku eger xwenîşander bên kuştin, Îran dê “derbeyeke gelekî giran” ji Amerîkayê bixwe.
Xwenîşandanên ku dawiya sala 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber giraniyê dest pê kiribûn berdewam dikin û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî rewşê ji nêzîk ve dişopîne.
Donald Trump roja yekşemê di balafira Serokatiya Amerîkayê “Air Force One”ê de ji rojnamegeran re axivî û peyamên tund dan rêveberiya Tehranê.
“Em rewşê ji nêzîk ve dişopînin”
Trump diyar kir ku ew çavdêriya bûyeran dikin û got:
“Em rewşê gelekî ji nêzîk ve dişopînin. Eger ew dest bi kuştina xelkê bikin, wekî ku di rabirdûyê de kirine, ez bawer im ew dê ji aliyê Amerîkayê ve derbeyeke pir giran bixwin.”
Qendîlprêss