Nûnerê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer di hevpeyvînekê de ligel tora Rûdawê ragihand ku bi saya xwîna bi hezaran şehîdan ew gavan paş de navêjin; parastina statuya HSD û nenavendîbûna Sûriyeyê ji bo wan “xeta sor” e.
Ebdulkerîm Omer eşkere kir ku di sala 2026an de dê gavên nû ji bo bicihkirina “Peymana 10ê Adarê” werin avêtin. Ew dibêje ku biryar e di demeke nêz de li Şamê civîneke di asta herî bilind de bi amadebûna Amerîkayê wekî aliyê garantor pêk were. Di vê civînê de mijarên sereke yên wekî tevlîbûna HSD di nav Wezareta Parastinê de, sîstema nenavendî, parvekirina dadperwerane ya petrol û gazê û rêveberiya deriyên sînorî dê werin nîqaşkirin.
Omer destnîşan kir ku vegera li sîstema navendî êdî ne pêkan e û dibe sedema vegera dîktatoriyê. Di derbarê sîstema leşkerî de, wî tekez kir ku her sê firqeyên HSD û hêzên YPJ dê di navçeyên xwe de bimînin û tu hêzên din derbasî axa wan nabin. Her wiha Omer amaje bi guherîna helwesta Tirkiyeyê kir piştî destpêkirina pêvajoya aştiyê ligel Rêber Apo û got: “Kurd êdî di dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de aktorekî sereke ne û sedsala 21ê dê bibe sedsala Kurdan.”
Qendîlprêss