Li encama xwenîşandanên girseyî yên bajarê Melikşahiyê yê ser bi parêzgeha Îlamê, herî kêm 4 welatiyên Kurd ên bi navên Mehdî Îmamîpûr, Riza Ezîmzade, Fariz Aqamihemedî û Mihemed Muqedesî (Bezûne) bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovan a Hengawê, nîvroya roja Şemiyê 3ê Çileya 2026an, di meşa xwenîşandanên bajarê Melikşahiyê de, hêzên çekdar bi çekên şer gule li welatiyên nerazî reşandin. Di encama vê êrişê de, çar welatiyên navhatî demildest jiyana xwe ji dest dan. Her wiha raporên derbarê canjidestdana du welatiyên din jî gihîştine destê Hengawê ku niha ji aliyê tîma lêkolînê ve tên piştrastkirin.
Li gorî vîdyo û zanyariyên meydanî, zêdetirî 40 kesî di van aloziyan de birîndar bûne û ji bo navendên dermanî hatine veguhestin. Ji ber giranbûna birînan û xirabiya rewşa tenduristiyê, hejmareke zêde ji birîndaran ji bo nexweşxaneya Xumeynî ya bajarê Îlamê hatine şandin.
Qendîlprêss